Şêniyên Çilaxa û Girkê Legê sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Şêniyên bajarokên Çilaxa û Girkê Legê yên li herêma Cizîrê sersaxî da malbatên şehîd Kurdistan, şehîd Koçerîn Lavîniya û şehîd Xalid Cûdî.

21 tîrmeh, 2026   14:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nisrîn Cîlo (Kurdistan) ku di 16`ê Tîrmehê de li Dêrikê şehîd bû, şervana YPJ`ê Nurcan Başak (Koçerîn Lavînya) ku di 16`ê Çileyê de li Dêrhafir şehîd bû û şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Levent Yildirim (Xalid Cûdî) ku di 9`ê Tîrmehê de li Qamişloyê şehîd bû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîm li gundê Derûna Axê li herêma Aliyan a Çilaxa hate lidarxistin. Şêniyên Girkê Legê û Çilaxayê tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaredarê Çilaxayê Feysel Hesen axivî û diyar kir ku şehîd nasnameya gel in û bi fedakariyan destkeftî û yekitiya herêmê hatiye parastin.

Li ser navê Kongra Star Nezha Sêfedîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ev destkeftî bi saya qurbaniyên şehîdan û berxwedana gelê herêmê pêk hatine. Nezha da zanîn ku rêzgirtina li xwîna şehîdan hewce dike têkoşîna wan were temamkirin û projeya ku wan jiyana xwe ji bo wê dane, were berdewamkirin.

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA