Şengaliyan têkildarî xwedîderktina çapemeniya azad meşek li dar xist

Êzidiyên Şengalê ji bo xwedîderketina li çapemeniya azad meşeke girseyî li dar xist.

Şengaliyan têkildarî xwedîderktina çapemeniya azad meşek li dar xist
9 tîrmeh, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro bi hezaran kes li navenda Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de bi sedan logoyên ÇIRA TV’yê ku weke televîzyona hemû êzidiyan tê qebûlkirin û alên Rêveberiya Xweser hatin hildan.

 Di meşê de bênavber dirûşmên, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre xiyaneta PDK’ê û Barzanî’ hatin gotin. Di meşê de pankarteke logoya ÇIRA TV li ser e û nivîsiye, ‘Dengê heqîqetê, îradeya Şengalê ye, bi êrişan nayê şikandin’ hate rakirin.

 Meşa girseyî ya li ber Desteya Rêveber a Şengalê dest pê kir, heya li ber navenda Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê ajot.

 ‘ÇIRA TV JI DESTPÊKA FERMANÊ HEYA NIHA  JI BO HEQÎQETA ÊZIDIYAN KAR DIKE’

 Piştî girse gihîşt cihê daxuyaniyê peyamên bi navê saziyan hatin dayîn. Bi navê girseya gel û Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên axivî. Azad Hisên salvegera 10’emîn a fermanê bi bîr xist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her em nêzî vê salvegera bi êş dibin, dewleta Tirk a dagirker û hinek aliyên siyasî yên hevalbendiya wê dikin, rê ji dewleta Tirk re vedikin û hinek şexs jî dibin rênas ji van plangeriyan re. Hîn jî dixwazin li ser Şengalê planan pêk bînin. Ev heqîqetek e û divê em xwe ji heqîqetê dûr nekin. Pêwîst e em hemû jî gav bi gav nêzî heqîqeta xwe bikin. Hinek îdîa dikin, ji ber hinek yên biyanî li vir kar dikin, hatine hedefgirtin. Lê me duh jî dît, duh ÇIRA TV ku ji destpêka fermanê heya niha dixwaze rastî û heqîqeta vê civakê û êşa ku me kişandiye bi dinyayê bide fêmkirin. Hinek dezgehên ragihandinê yên weke Rûdaw û Xanî xwestin rastiyê berovajî bikin. Lê heqîqet, rastî û êzdayetî li Şengalê ye. Her kes vê rastiyê dizane.”

 ‘HUN Ê ÊDÎ NEKARIN TIŞTÊN NERAST LI SER ŞÎN Û ŞAHIYÊN ME BÊJIN’

Azad Hisên di dewama axaftina xwe de diyar kir, yên ku îro li Şengalê meşiyan ew kes in ku di dema 2014’an de li dijî DAIŞ’ê meşiyane û wiha got: “Her ev mirov bûn ku hemû zor û zehmetiyên li vir qebûl kirin, lê cihê xwe terk nekirin. Em berpirsên hinek aliyên siyasî ku naxwazin navê wan bidin hişyar dikin û dibêjin, xwedî li Êzdayetiya xwe derbikevin. Eger navê Tawisê Melek li ser we ye, divê hûn ji tiştên wisa dûr bikevin. Ev deh sal e hûn dixwazin bi me re şer bikin, lê em naxwazin li ser axa Şengalê şerê birakujiyê bikin. Em bi biratî ji wan re dibêjin, dibe xeta we ya siyasî cûda be û hûn li ser wê kar bikin, lê hûn nikarin li ser şîn û şahiyên me bipeyivin û tiştên nerast bêjin.”

 ‘KENGÊ VEGER ÇÊDIBE, PDK Û DEWLETA TIRK ÊRIŞ DIKIN’

 Azad Hisên bal kêşa ser hewldanên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo pêşîlêgirtina vegera koçberan jî û wiha axivî: “Em ji dostên civaka Êzidî re dibêjin, divê hûn zanibin her cara gelê me dixwaze vegere ser axa Şengalê, dewleta Tirk a dagirker bi hevalbendiya rasterast a PDK’ê  û hinek partiyên siyasî yên din, hem dixwazin bibin rêgir ji bo ev mirov venegerin ser axa xwe. Dixwazin wan mirovên ku dibin wan çadiran de bi salan e zehmetiyê dikişinin, dixwazin ji xwe re bi kar bînin. Divê yên li kampên Başûr jî baş bifikirin û fêm bikin ka çima dixwazin hûn li wir bimînin. Divê her kesek ji we di mala xwe de vê pirsê ji xwe bike, vegera Şengalê aşitî, lêborîn, dirûstbûyîn û Êzidayetiya resen e. Ne vegera li Şengalê dûr e ji Êzdayetiyê. Eger malek we jî nebe, çiyayê ku we ji fermana parastiye li vir e, divê vegerin himbêza wê. Dost û xêrxwazên civaka Êzidî bila dilê wan rehet be, hevalên me her sê jî baş in. Ji dema Osmaniyan heya niha êriş dijî civaka me Êzidiyan pêk tê, lê tu êrişan nehiştiye em ji çand û baweriya xwe dûr bikevin.”

BANG Û HIŞYARIYÊN LI HÊZÊN IRAQÊ YÊN LI ŞENGALÊ

Endama Koordînasyona TAJÊ Dayê Şemê Remo jî axivî û da zanîn, divê Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê bersiva wan bide ka kar û erka wan li Şengalê çi ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Divê ev saziyên Iraqê yên bi navê ewlekariyê bêjin, çima bi erka xwe ranabin. Çima her carê êriş li nêzî nûqteyên kontrolê yên artêşa Iraqê çêdibin. Iraq çima beramber bi êrişan bê deng e? Divê were zanîn tu kes nikare Çira’yên me vemirînin. Çiraya Êzidxanê ji tîrêjên Rojê ye. Divê were zanîn wê dayîk dest ji doz û zarokên xwe bernedin.”