Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin

Xelkê Şengalê bi meşekê êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê nîşan da.

Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
Şengalî ji bo piştgiriya Rojava dimeşin
3 kanûn, 2024   15:45
ŞENGAL

Xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bermahiyên DAIŞ’ê, meşek li dar xist. 

Di meşa ku ji ber Dibistana Zarîfa Osê (Mekteba Sor) a Şengalê destpê kir de, rêveber û endamên sazî û dezgehên Şengalê û bi sedan kesan cihê xwe girt.

Di meşê de bi sedan posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên Rêveberiya Xweser û Tevgera Ciwanan hatin hildan.

Ciwanên Êzidî makêta Erdogan-DAIŞ şewitandin û hêrsa xwe nîşan da.

Meş wê li Çerxerêya Yermûkê bi daxuyaniyekê bidawî bibe.