Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 12'emîn a şehadeta wan de bi bîr anîn. Jinan soza şopandina rêya wan heta pêkanîna azadiyê dubare kir.

Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hatin bibîranîn
8 ÇILE, 2025   18:23
QAMIŞLO

Di salvegera 12'emîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê de, Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo bibîranîna şehîdên komkujiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê şehîd bûn, civînek dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi beşdariya endamên tevgerên jinan û ciwanan, nûnerên sazî û meclisan li dar ket.

Di civînê de rêvebera Kongra Star a bajêr Fatme Keleş diyar kir ku di şexsa hersê şehîdan de fikrê jinên azad û ciwanên Kurdistanî yên azadîxwaz û wekhevîxwaz hat hedefgirtin û got: "Şehîd Sakîne Cansiz li hemberî fikra faşîst û pergalên ku mafên gelên xwe înkar dike, li ber xwe da û bû nimûneya têkoşîna dilsoz. Ew ji gelek jinên Kurdistanî yên azadîxwaz re bû rêgezek ku wê bişopînin."

Fatme Keleş soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir.

Piştî xwendina peyaman sînevîzyonek li ser jiyana hersê şehîdan û têkoşîna ku wan di şert û mercên dijwar de dabû meşandin, hat pêşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku fermandara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şehîd Sakîne Cansiz, endama Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanî (KNK) Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û îstixbaratên dewletên din ve, li Parîsê hatin qetilkirin. Heta niha jî hikumeta Fransayê der barê sûcdaran de tu agahî nedane.

(mh/fr)

ANHA