Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Şehîdên Komujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî di salvegera 12ˈan a komkujiyê de hatin bibîranîn.

12 ÇILE, 2025   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

9ˈê Çileya 2013ˈan her sê jinên pêşeng ên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogaxn (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎTˈê ya Tirk ve hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 12ˈan a komkujiyê, çalakî hatin lidarxistin û her sê şehîd hatin bibîranîn.

KANTONA CIZÎRÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Hemîsê bi armanca bîranîna şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî semînerek bi navnîşana "Bi rihê Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" organize kir.

Semîner bi amadebûna endamên saziyên sivîl û tevger û rêxistinên jinan li Hola Çand û Hunerê ya Til Hemîsê hate dayîn. Di semînerê de kurtejiya şehîd Sakîne Cansiz û têkoşîna wê ya ji bo  azadiya jinan û gelan hat vegotin.

Beşdaran diyar kir ku dê têkoşîna şehîd Sakîne ku wekî bingeha azadiya jinan esas girtine bidomînin. Di dawiya semînerê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdên komkujiya Parîsê hat temaşekirin.

Bi heman armancê Kongra Star bi beşdariya şêniyên Girkê Legê û Rimêlan li Nivîsgeha Sendîaqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê semînerek da.

Di semînerê de behsa têkoşîna şehîdên komkujiya Parîsê ya ji bo doza gelê xwe û azadiya jinan hate kirin. Hate diyarkirin ku her sê şehîdan mîraseyeke dîrokî li dû xwe hiştin ku jinên lêgervanên azadiyê li ser wê dimeşin.

Di semînerê de berxwedana QSD û YPJˈê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê jî hat silavkirin.

Meclisa Kongra Star a bajarê Amûdê jî bi beşdariya bi sedan kesî semînerek da. Di semînerê de qala têkoşîna şehîdên Komkujiya Parîsê hat kirin.

KANTONA FIRAT

Şehîdên komkujiya Parisê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Kobanê bi meşeke girseyî hatin bîranîn. Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Aştiyê meşiyan.

Di meşê de wêneyên şehîdên herdu komkujiyên Parîsê û jinên di êrişên dewleta Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, hatin hildan. Çalakgeran her wiha alên YPJ û QSD'ê jî bilind kirin.

Di meşê de dirûşmên "Em ê bi berxwedana QSD û YPJ'ê komkujiyan têk bibin" û "Komkujiya jinan komkujiya mirovahiyê ye" hatin berzkirin.

 Piştî ku girseya gel gihişt Qada Aştiyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kanton Firatê Sara Xelîl daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê bi hêz û têkoşîna xwe bersivê bidin dagirkerî û komkujiyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em îro her sê jinên têkoşer car din bi rêzdarî bibîr tînin. Fransa qaşo welatekî demokratîk û aştiyê ye, lê berovajî wê yekê ye. Parîs li dijî pêşengên me bûye bajarê MÎT'ê. Doh Sakîne bû, îro jî Evîn û hevrêyên wê. Dewleta Tirk ne tenê li wir, di heman demê de li vir jî jinan dike hedefa xwe. Lê ev ne komkujiya yekem e, rojane komkujî pêk tên. li konvoya gel a li bendava Tişrînê dan. Di encamê de gelek şehîd hatin dayin. Lê em bi israr in ku em ê bi ser bikevin û bi hêza xwe bersivê bidin kujeran."

Meş bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA

kobanê

amudê

til hemis

Girkê legê