Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn

Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê civînek li navenda Çand û Hunerî ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist.

Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
Şehîdên komkujiya Helincê hatin bîrnanîn
23 hezîran, 2024   14:17
KOBANÊ

Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêbeveberiya Xweser û malbatên şehîdan tev li çalakiya salvegera 4`emîn a bîranîna şehîdên komkujiya gundê Helincê ya bajarê Kobenê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre Koodînasyoona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir di cîvînê de axivî û seraxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Zozan bal kişand li ser komkojiya 23`ê Hezîrana 2020`an a ku dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov ku her sê hevrê li gundê Helincê di malekê de hedef girtin û got : Dewleta Tirk ji hêz û vîna jinê ditirse, ji lew re hedef digire. Em ê tu carî xeta wan şehîdan bernedin û em ê her tim li ser rêça şehîdan bin."

Rêveberiya Kongra Star a Kantona Firatê Şaha Xelîl  ji wiha got: “Li Kobanê şoreşê dest pê kir û berxwedana şervan û şehîdên me bi ser ket. Berxwedana ku di Kobanê de hate kirin ji cîhanê tevahî re bû mînak û di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê û bi sedan jinên pêşeng bûn sembol."

Bavê şehîd Habûn Remedan Mele Xelîl salvegera her sê şehîdan li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de pîroz kir û got: "Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihiştine vê astê. Em bi saya berxwedana şehîdan li vir in. Em bi şehdên xwe serbilind û serfiraz in."

Di dawiyê de sinevizyonek li ser berxwedana her sê şehîdan hate pêşandan û mûm li ber wêneyên wan hatin vêxistin.

Civîn bi dirûşma" Jin, Jiyan, Azadî "bi dawî bû.

ANHA