Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed Mihemed) ku 26’ê Sibatê li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekê li bajarê Tebqayê hat oxirkirin.

Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
Şehîd Mistefa Efrîn hat oxirkirin
3 adar, 2025   15:33
TEBQA

Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed Mihemed) ku 27’ê Sibatê li Şedadê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Tebqayê hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, koçberên ji Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Botan Şêx Hemo axivî û hin ayetên Quranê yên li ser şehadetê xwendin. Hemo anî zimanê ku cihê şehîdan li ba Xwedê yê herî bilind e û di dilê gelê xwe de zindî ne.

Hevserokê Nivîsgeha PYD’ê ya kantona Tebqayê Xalid Esker jî piştî sersaxî ji malbata şehîd re xwest, qala banga Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan me ber bi aştiyê ve dibe. Name ji me re dibêje ku em gel xwedî maf û destkeftî ne û me gelek berdêl dane. Şehîd Xalid jî îsbata vê yekê ye."

Xalid Esker soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em soz didin şehîd Xalid û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê şopdarên we bin heya ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser welat û gelê xwe bi dawî bikin.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mistefa Efrîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA