Şehîd Ezîz Ereb li Til Hemîsê hate bibîranîn

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anî û gotin ew bi wî û şehadeta wî serbilind in.

Şehîd Ezîz Ereb li Til Hemîsê hate bibîranîn
18 nîsan, 2024   12:51
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên êlên ereb li Navenda Çandî ya navçeyê kom bûn û şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) bi bîr anî. Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîdê pêkhateya ereb di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûye.

Wêneyên şehîd Ezîz, Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD û PYD`ê li hola navendê hatin daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El Ebawî axivî û di şexsê şehîd Ezîz de şehîdên azadiyê bibîr anîn û got: "Em bi şehadeta Ezîz Ebas serbilind in. Em îro yekemîn şehîdê ereb bi bîr tînin ku di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd bûye."

El Ebawî wiha domand: "Em ê rêya şehîdan berdewam bikin. Şehîdbûna Ezîz Ereb, dê di bîra me de zindî be û em soz didin ku rêya wî bişopînin."

Di dawiyê de sînefizyonek têkildarî jiyana şehîd Ezîz Ereb hate pêşandan.

(şx)

ANHA