Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn

YRA û YRJ`ê ji bo salvegera yekemîn a şehadeta Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîmeke bîranînê li Kobanê li dar xist.

Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
19 kanûn, 2025   18:24
KOBANÊ

Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19`ê Kanûna 2024`an de dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafireke bêmirav a dewleta Tirk de şehîd bûn.

Yekitiya Ragihandina Azad û Yekitiya Ragihanina Jin ji bo salvegeha şehadeta Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan merasîke bîranînê bi amadebûna bi dehan rojnamevan, nûçegihan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li kobanê li dar xist.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştire Ji rêveberên Meclisa YRA’yê ya Mihemed Mistefa sersasxî ji malbat û hevrêyên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarên rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.

Endama Meclisa YRJ'ê Dicle Ehmed dayar kir ku şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan kêlî bi kêlî êrişên dagirkerê dişopandin û ji raya giştî re parve dikirin û wiha got: "Şehîd Cîhan û Nazim her tim êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dişopandin û dexwestin her kes bi hovîtiya wan bibînin. Wan bi hêz û moraleke herî xurt bi pênûs û kemereya xwe têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin û kêlî bi kêlî hovitiya dijmin eşkere kirin."

Dicle Ehmed anî ziman ku ew ê jî bi pênûs û kemereya şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şopdarên rastiyên bin û êrişên dijmin ji raya giştî re parve bikin û wiha got: "Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û em ê pênûs û kemereya wan li erdê nehêlin û em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin."

Piştî axaftinan, mûm li ber wêneyên şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat vêxistin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(sş/aq)