Şehîd Bawer Agir li Hesekê hate oxirkirin

Şervanê QSD`ê şehîd Bawer Agir li Goristana Şehîd Dijwar hate oxirkirin. Şêniyên beşdarî merasîma oxirkirinê bûne, got şehîd Bawer sembola fedakarî û têkoşînê ye.

6 mijdar 2024   13:40
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Bawer Agir (Can Îsa) li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê oxir kir. Şehîd Bawer 3`yê Cotmehê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo di merasîmê de axivî û sersaxî da malbata şehîd Bawer Agir û got: "Şehîd Can bi eşq û vîneke xurt tev li hêzên leşkerî bû û li gelek eniyan çand, maf û hebûna me parast."

Rewan wiha domand: "Em amade ne li hember dijmin heta dilopa xwîna dawîn li ber xwe bidin û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Her wiha ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê tevahî şehîdên azadiê bi bîr anîn û got: "Şehîd Bawer di hemêza malbateke welatparêz de li ser felsefeya têkoşînê û parastina welêt, mezin bû. Dema mezin bû jî, ew felsefe pratîk kir û tev li hêzên leşkerî bû û di oxira welatê xwe de şehdî bû. Ew sembola fedakarî û têkoşînê ye."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulcîn Ehmê wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Bawer di nava tilîliyên dayikan de spart axê.

(şx)

ANHA