Saziyên hiqûqê û Baroya Şirnexê serdana şandeya li deriyê Xabûrê kirin

OHD, ÎHD û Baroya Şirnexê, serdana şandeya ji bo cenazeyên rojnameavn Nazim Daştan  û nûçegihana me Cihan Bilgin bigirin 3 rojin li deriyê sînorê Xabûrê tên sekinandin kirin.

Saziyên hiqûqê û Baroya Şirnexê serdana şandeya li deriyê Xabûrê kirin
8 ÇILE, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ku ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê nûçegihana me Cîhan Bîlgîn, endamên OHD, MEBYA-DERê û DFG pêk tê ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn werbigirin ji saet 16.00ê 6ê Çile de li Deriyê Sînor ê Xêbûrê (Xelîl Îbrahîm) tên rawestandin. Şande 3 roj in bi hincetên cûda cûda li deriyê Xabûrê tên sekinandin.

Nûnerên Komeleya Hiquqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxa Şirnexê, Baroya Şirnexê, serdana şande kirin û li wir çavderî û tespît kirin. Her wiha nûnerên saziyên hiqûqê li ser iddiaya “sistem tune ye” jî tespît û çavderî kirin û piştrê şandeyê re hevdîtin kirin. Hiqûqnas piştî serdana şandeyê wê serdana Qaymaqamtiya Silopiyayê bikin.