Şandeyeke ji Şengalê serdana TEV-DEM’ê kir
Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê şandeyekê serdana TEV-DEM`ê kir. Di serdanê de şandeyê ji ber piştgirîdayîna civaka êzidî spasiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeya ku ji berdevkê Desteya Eşîrên Şengalê Şêx Seîd Milhim û endamê Meclisa Eşîran a Şengalê Dexîl Murad pêk tê, serdana Navenda Giştî ya TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo kir.
Şande ji aliyê hevserokên TEV-DEM Rûken Ehmed û Xerîb Hiso, endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî a TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de rewşa Şengalê û Komkujiya Şengalê ya 2014`an a bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatin nirxandin.
Şandeyê ji ber piştgirîdayîna manewî û sekna li kêleka civaka êzidî spasiya pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
(sb)
ANHA