Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeya tora Siwêd-Kurdistanê re civiya. Aloziya Sûriyeyê û hewldanên têkoşîna li dijî terorê, mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, rojevên civînê bûn.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re civiya
Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re civiya
24 gulan, 2024   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê welatên Skandînavyayê Elî Elî duh (23`yê Gulanê) bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re li avahiya parlamentoyê ya li paytexta Siwêdê Stockholmê civiyan. Serokê torê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê parlamentoyê û namzetê Partiya Demokrat a Sosyalîst Ola Moler, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoyê û namzetê Partiya Muhafazekaran Stefan Olsson, endamê Komîteya Têkiliyên Derve û namzetê Partiya Çepgir Lotta Fornarve, endamê parlamentoyê û namzetê Partiya Demokrat a Sosyalîst Kadir Kasirga beşdarî civînê bûn.

Şandeya Rêveberiya Xweser mijarên rewşa Sûriyeyê, aloziya li welêt, nebûna çareseriyên siyasî, encamên aloziya Rûsya û Ukraynayê, aloziya nû ya di navbera Îsraîl û Hemasê de şîrove kirin. Her wiha geşedanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, dosyaya girtiyên DAIŞ`ê û darizandina wan, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Hol û Roj, ji şandeya Siwêdê re şîrove kirin û diyar kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariya xwe li hember van mijaran bîne cih.

Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê ku di encamê de aloziyeke mirovî ya mezin çêbû, rojeveke sereke ya civînê bûn.

Her wiha rêbazên pêşxistina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û Siwêdê de têkildarî gelek mijarên wekî teror, koçberî, alîkariyê mirovî û çareseriya siyasî, hatin gotûbêjkirin.

(şx)