Şamê bi şîrketên Amerîkayî û Qeterî re peymanek îmze kir

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo lêgerîna petrol û gazê li ava her ava herêmî ya Sûriyeyê, peymanek bi şîrketên Amerîkayî û Qeterî re îmze kir.

Şamê bi şîrketên Amerîkayî û Qeterî re peymanek îmze kir
4 sibat, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta demkî ya Sûriyê bi şîrketa enerjiyê ya Amerîkayî Chevron û şîrketa Qeterî Power International Holding re, ji bo lêgerîn û vekolîna petrol û gazê li ava herêmî ya Sûriyeyê peymanek îmze kir.

Ajanseke girêdayî hikumeta demkî ragihand ku di navbera şîrketa petrolê ya Sûriyeyê, û hem Chevron International û jî Power International Holding de peymanek hat îmzekirin. Ajansê daxuyand ku ev projeya yekemîn a girêdayî zeviya deryayî li Sûriyeyê ye.

Ajansê ragihand ku merasîma îmzekirinê li Qesra Serokatiyê ya Şamê, bi amadebûna nûnerê Amerîka Tom Barrack pêk hat. Armanca ji vê peymanê xurtkirina hevkariyên stratejîk di beşa enerjiyê de, piştgirîkirina rêyên pêşkeftin û veberhênanê, lêgerîna petrol û gazê li ava herêmî Sûriyeyê ye.

(ac/fr)

ANHA