Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin

Êrişa çeteyên DAIŞˋê ya li ser girtîgeha Sînaa ya di 20ˋê Çileya 2022ˋyan de hatibû kirin yek ji mezintirîn arîşeyên li dijî herêmê bû. Lê ew êriş hemwextî hewldanên dewleta Tirk Tirk ên jinûve aktîvkirina rêxistina DAIŞˋê pêk hat. Tevî ku 3 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hewldanên zindîkirina DAIŞˈê dewam dikin.

Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
Salvegera 3ˋyemîn a êrişa li ser girtîgeha Sînaa metirsiyên vegera DAIŞ`ê zêde dibin
20 ÇILE, 2025   09:59
HESEKÊ-
DIYAR EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

20ˈê Çileya 2022ˈyan, çeteyên DAIŞˈê bi armanca revandina çeteyên xwe yên di girîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, êriş li dijî girîgehê dan destpêkirin û çend rojan dewam kir. 

Êriş li ser girtîgeha bi beşdariya gelek êrişkarên xwekuj û piştevaniya lojîstîk û leşkerî û destekekirina hin aliyên derve hatibû plankirin.

Girtîgeha Sînaa ku bi hezaran girtiyên çeteyên DAIŞˋê û serçeteyên navdar hene yek ji xetertirîn girtîgehên li herêmê ye. Bi fermanê serçeteyên li derve çeteyên li girtîgehê hatibûn birêxistinkirin, amîrek ji bo girtîgehê û cîgirê wî, her wiha dadgerekî şerîetê hatin erkdarkirin.

Li gorî mukurhatinên çeteyên hewl dan ji girtîgehê birevin û piştre hatine girtin, plana ku ji hêla serçeteyên DAIŞˋê ve li ser hatibû amadekirin ew ku ji girtîgehê birevin û piştre berê xwe bidin herêmên di bin kontrola rêxistina DAIŞˋê de. Erebe ji bo pêşwazîkirina êrişkaran ji girtîgehê birevin hatibûn amadekirin, da ku berê xwe bidin herêmên Sûriyeyê yan derveyî wan mîna Tirkiyeyê. Hinan plan dikir ku tev li çeteyên DAIŞˋê bin an jî berê xwe bidin cihên dîtir.

PLANA ÊRIŞÊ

20`ê Çileya 2022`yan saet di 19.00’an de şaneyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa kir. Êriş bi teqandina erebeyeke bombebarkirî ku ber bi deriyê sereke yê girtîgehê ve diçû û ji aliyê benda li pêşiya deriyê hate astengkirin, dest pê kir. Dûre derdora 150 çeteyan ji 3 aliyan ve êriş kir. Aliyê yekemîn ji derdora girtîgehê û hundir wê ve bû. Ya duyemîn ji taxa Xiwêran Şerqî û ya sêyemîn ji taxa Zihûr bû.

KUŞTINA SERKIRDEYÊN ÊRIŞÊ

Di wê êrişê de, çend serkirdeyên navdar ên çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrişên di hundirê girtîgehê de bi rê ve dibirin, hatin kuştin, di nav wan de emîrê girtîgehê “Ebû Rehma” û cîgirê emîrê girtîgehê “Ebû El Harîs Hemûdî” û emîrê leşkerî “Ebû Seyf”. ". Tevî hewildanên ji bo revê, lê êrişkar di hundirê girtîgehê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin dorpêçkirin, her wiha dorpêçeke ewlekarî ya tund li derdora girtîgehê danîn û hewldana reva çeteyan têk birin.

QSDˈê li hemberî vê êrişê pêngavek bi navê "Gurzê Gelan" da destpêkirin. Di civîneke çapemeniyê de QSD`ê ragihand ku 374 çeteyên DAIŞ`ê yên ku tev li êrişa li ser girtîgehê bûne, hatine kuştin û 223 girtiyên DAIŞ`ê winda ne, texmîn heye ku di nava kuştiyan de bin heta ku ji nasnameyên wan tê piştrastkirin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI BO ZINDÎKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DIBE ALÎKAR

Li gorî lêkolînerê Navenda Firatê ya Lêkolînan Lezgîn Ibrahîm, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ev 40 roj êrişên dewleta Tirkiyê zêdetir bibin û berdewam dikin, her roj êriş  li eniyên bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê girantir dibin, lewma êdî armancê van êrişan desthilateke leşkerî ya norma derbas dike û xuyaye ku stratejiyên kûrtir ên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê û dosyaya çeteyên wê yên girtî û malbatên wan, hene.

Îbrahîm bal kişand ku êrîşên dagirkeriya Tirk dibe sedem ku tevgera çeteyên DAIŞ'ê li herêmê bi taybet li kampa Holê zêde bibe. Her wiha bal kişand ku dagikeriya Tirk bi van êrişên ku ev zêdeyî 40 roj in li ser bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê didomin, hewl dide ku rewşek kaosê ya berdewam ava bike.

GIRÎNGIYA BIHÊZKIRINA EWLEHIYÊ LI DIJÎ DAIŞÊ

Lezgîn Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo ku kamp nebin bingeheke nû ya derketina çeteyên DAIŞ'ê, divê gelek gav bên avêtin mîna bihêzkirina ewlehiyê di kampan de, zêdekirina hêzên ewlehiyê û peydakirina teknolojiyên çavdêriyê ji bo pêşîgirtina rev û derbasbûna kampê. Her wiha şerê li dijî îdyolojiya tundrew bi rêya cîbicîkirina bernameyên perwerdekirina malbatên çeteyên DAIŞ, bi taybetî jin û zarokan, ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna îdyolojiya cîhadî ya tundrew.

Her wiha xurtkirina pevguhertina agahiyan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevpeymaniya navdewletî de ji bo naskirin û eşkerekirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên hundir û derve. Her wiha di astên siyasî, dîplomasî û gelerî de fişar û zextên li dewleta Tirkiy zêde bikin ji bo rawestandina êrişên ku hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lawaz dikin û aramiya herêmê têk dibin, rawestîne.

Her wiha diyar kir ku ji bo ku ev dosya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve neyê îstîsmarkirin, divê vegera çeteyên DAIŞ’ê bo welatên wan yan jî piştgiriya ji bo darizandina wan bi lez bê kirin.

Lezgîn Ibrahîm tekezî li ser giringiya pêkanîna operasyonên ewlekarî yên berdewam bi hemahengiya ligel hevpeymaniya navdewletî kir û got, "Bi cîbicîkirina van gavan, dibe ku metirsiya DAIŞê were kêmkirin û nehêle ku kamp bibin bingeheke nû ji DAIŞ`ê re. "

(k)

ANHA