Rejîma Îranê di nava 24 saetan de 9 kes darvekirin

Human Rights Watch ragihandin ku rejîma Îranê di nava 24 saetên borî de 9 girtiyan bi darve kir.

Rejîma Îranê di nava 24 saetan de 9 kes darvekirin
4 ÇILE, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) ,ragihand ku di nava 24 saetên borî de, rejîma Îranê li girtîgehên cuda 9 girtiyan bi darve kir.

HRW’ê destnîşan kir ku beşek ji girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatîn birîn, ji girtîgeha Evîn a li Tehranê û Girtîgeha Mezin a Tehranê, sewqî Girtîgeha Qezel Hezar hatine kirin.

Darvekirinên di rêjeya zêde û binpêkirinên mafê jiyanî yên li Îranê bertekên navneteweyî li pey xwe de aniye. Rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan, welatê Îranê wek welatê herî zêde cezayên darvekirinê lê tên kirin bi nav dikin.

Dadgeha Îranê bi gelemperî derbarê van darvekirina de daxuyaniyek fermî nade. Lê rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îran bi rêjeya bilind a darvekirinê, di binpêkirina mafê jiyanê de rêza yekem a cîhanê de ye.