Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin

Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, şahiyek ji zarokên astengdar û zarokên li kampên Serêkaniyê û Waşûkanî re hat lidarxistin.

Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
Şahiyek ji zarokên astengdar û koçber re hat lidarxistin
2 kanûn, 2025   13:40
HESEKÊ

Bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê, Navenda Rengîn a Astengdaran a Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Kantona Cizîrê şahiyek ji zarokên astengdar û zarokên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî re li dar xist.

Şahî li Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê pêk hat. Di şahiyê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Zehra Semio axivî û soza piştevaniya bi zarokên astengdar re da.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên Navenda Rengîn hat pêşandan. Di dawiyê de zarokên beşdar govend gerand û diyarî li wan hatin belavkirin.

(bb)

ANHA