Şahidekî Serhildana 12’ê Adarê: Mîna berxwedana Şêxmeqsûdê serhildanê yekitî xurt kir

Şahidê Serhildana 12`ê Adarê Şerîf Xelîlî diyar kir ku serhildanê mîna ku berxwedana Şêxmeqsûdê hişt yekitiya gelê Kurd xurt bibe û got “Rejîmê dixwest fitneyê derxe. Tu pirsgirêk di navbera pêkhateyan de tune ye; yên dijîtiyê dikin rejîmên desthilatdar in.”

Şahidekî Serhildana 12’ê Adarê: Mîna berxwedana Şêxmeqsûdê serhildanê yekitî xurt kir
12 adar, 2026   15:01
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Serhildana 12`ê Adara 2004`an a Qamişloyê di encama êrişa hêzên rejîma Baasê ya li dijî gelê Kurd a di maçeke tîma Cîhad û tîma Fitiwê ya bajarê Dêrazorê de derkete holê. Piştre ew serhildan belavî bajarên Rojavayê Kurdistanê, taxên Kurdan ên li bajarên Heleb û Şamê jî bû.

Yek ji şahidên serhildanê û hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Qamişloyê Şerîf Xelîlî ji ANHA’yê re behsa serpêhatî, sekna gel û têkoşîna ku heta niha berdewam dike, kir.

Şerîf Xelîlî ku cihê xwe di nava çalakiyên serhildanê de girtibû, ji ber tevlêbûna serhildanê û parastina hebûna gelê xwe yê Kurd, di salên 1999, 2000, 2005’an û herî dawî sala 2008`an ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye girtin û bi salan di girtîgehê de maye.

Şerîf Xelîlî dibêje dema ku li Iraqê şer rû dabû, rejîma Baasê li Sûriyeyê jî dixwest bi navê eşîrên Ereb komkujiyê li dijî gelê Kurd pêk bîne, herî dawî komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî ev bûyer bi serê Elewî, Durzî û Kurdan de anî. Rejîma Baasê bi vê gavê dixwest di nava Kurd û Ereban de fitneyê derxe û got: “Tu pirsgirêk di nava pêkhateyan de tune ne, yên hewl didin fitneyê derxin û dijîtiyê bikin rejîmên desthilatdar in.”

Xelîlî di dema rûdana bûyerê de li malê ye û bûyerê ji televîzyonê dibihîze, piştî ku nas dike şehîd û birîndar hene, bi hevalên xwe re berê xwe dide stadyumê (Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê) û wiha got: “Li wir jî ji ber ku nedihiştin xelk ji stadyumê derkeve, artêş derbasî stadyumê bûbû û gerînendeyê herêmê yê wê demê fermana qetilkirinê dabû, lewma gelê li derve kom bûbû hewl dida deriyan veke û gelê li hundir xelas bike.”

Xelîlî dibêje wê demê gelê Kurd ji bajarokê Eyndîwerê yê bajarê Dêrikê hetanî bi Şamê tev li serhildanê bû. Xelîlî bandora vê serhildanê ya ji bo xurtkirina yekitiya Kurdan, mîna bandora berxwedana Şêxmeqsûdê (2026) a ku hişt gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat dakeve qadan, pênase kir.

Şerîf Xelîlî da zanîn ku gelek dibêjin şoreşa li Sûriyeyê sala 2011`an de dest pê kiriye, ew wek Kurd dibêjin şoreşa wan a rûmetê sala 2004`an dest pê kiriye û divê yekitiya gelê Kurd a ku li Rojavayê Kurdistanê di encama gelek bûyeran de hatiye xurtkirin, bê parastin.

ANHA