`Rûsya berpirsa êrişên dewleta Tirk e`
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza Mihemed diyar kir ku Rûsya berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê ye û Rûsya rexne kir ji ber ku lihevkirina di navbera her du aliyan de binpê dike. Mihemed di heman demê de destnîşan kir ku dewleta Tirk binpêkirina lihevkirinên navneteweyî didomîne.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Hezza Mihemed got: "Tirkiye binpêkirina lihevkirinan û êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne."
Mihemed îşaret bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê kir û got: "Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk êrişên li dijî herêmê de zêde kirin. Stasyona Hîşe ya avê û gundên li eniyên şer bombebaran kir. Di encamê de stasyon rawestiya."
Êrişa ku 11`ê mehê bû bû sedem ku têlên kehrebeyê yên stasyonê li herêma di navbera Xamiye û Neqiye qut bibin û di encamê de stasyon rawestiya û nêzî 24 hezar însan li gundamn bê av ma.
Mihemed balkişand ser hedefgirtina binesaziya herêmê û diyar kir ku dewleta Tirk gelek caran stasyona Hîşeyê bombebaran kiriye ji bo ku wê rawestîne mîna ku li stasyona Fatse çêbûye.
Li gorî Mihemed dewleta Tirk ji êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê û rawestandina xizmetan armanc dike ji bo ku şêniyên herêmê neçarî koçberiyê bike.
Mihemed wiha domand: "Rûsyaya ku sala 2019`an hatiye herêmê berspira van êrişan e. 22`yê Cotmeha 2019`an li Soçiyê Rûsya û Tirkiyeyê peymanek îmze kir ku li gorî wê û ji bo rawestandina êrişan û parstina sivîlan hêzên Rûsyayê li seranserî tixumên herêmên li Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, belav dibin."
Hezza Mihemed da zanîn ku tîmên taybet bi lez û ruxmî xetereyê stasyon sererast kirin ji bo ku av bigihêje şêniyan.
Mihemed di dawiyê de bang li civata navneteweyî û Rûsyayê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku zirarê li jiyana şêniyan dikin rawestînin û li gorî peymanên ku îmze kirine, tev bigerin.
(şx)
ANHA