Rûspiyên Helebê tecrîd şermezar kir

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Rûspiyên Helebê tecrîd şermezar kir
24 tîrmeh, 2024   21:51
HELEB

Meclisa Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Endamê meclisê Ehmed El Qureyşî bi beşdariya rûspiyên herdu taxan ên ji pêkhateyên  Kurd û Ereb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de ya li gorî fikra neteweya demokratîk li hember komployên li dijî herêmê yekrêziyeke xurt ava kiriye.

Di daxuyaniya meclisê de tecrîda hat şermezarkirin û siyaseta tecrîdê bi siyaseta dijminane hat binavkirin û hate gotin tevî van rewşên zehmet Rêber Abdullah Ocalan bi tê dikoşe û fikra ku tevahî gel li hev kom bibin pêşkêş kir û bi rêya wê çareserî ji tevahî dozên li Rojhilata Navîn girêk in, anîn ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku tecrîdê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

(mh/fr)

ANHA