Rûspiyên eşîrên Ereban serdana P.D.P.K.S'ê kir

Şandeyek ji rûspî û nûnerên eşîrên Ereban serdana Nivîsgeha P.D.P.K.S'ê kir. Ev serdan ji bo pêşxistina aştiya navxweyî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de ye.

Rûspiyên eşîrên Ereban serdana P.D.P.K.S'ê kir
8 sibat, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) Selah Derwîş, hejmarek endamên Nivîsgeha Siyasî li bajarê Qamişloyê pêşwazî li şandeyek ji rûspiyên bajêr û nûnerên eşîrên Ereb kir.

Şand ji emîr Ziyad Ferhan, Şêx Salih Diyab, Şêxê eşîra El Yesar, Şêx Muwefeq El Salim ê eşîra El Busalem, Şêx Seîd El Muxlif ê eşîra El Cewela (El Burmla), Şêx Silêman El Muxlif, mamoste Xidir Selmawî û Ebû Xedîr El Menawer pêk hat. Ev serdan di çarçoveya xurtkirina aştiya navxweyî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş a navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de ye.

Di civînê de, hejmarek mijarên neteweyî û civakî hatin nîqaşkirin. Li gorî malpera partiyê, her du aliyan girîngî da diyalog û têgihîştina hevbeş, redkirina gotinên nefretê û parçebûnê, pêkanîna xebata hevbeş ji bo parastina yekitîya tevna civakî û zêdekirina aramiyê li hemû herêmên Sûriyeyê.

Selah Derwîş girîngî da têkiliyên dîrokî yên ku Kurd û Ereban û got jiyana hevbeş û biratî kevirê bingehîn ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên heyî û avakirina paşerojek aştî û dadperweriyê ji bo hemû Sûriyeyiyan pêk tînin.

Endamên şandeyê spasiya xwe ji bo rola partiyê di piştgiriya aştiya navxweyî de anîn ziman û teqezî li ser hewesên eşîrên Ereban ji bo xurtkirina têkiliyên biratî û hevkariyê bi hêzên neteweyî yên cûrbecûr re kir.

(ac/fr)

ANHA