Rojnameyên erebî: Îsraîl ji biryara Dadgeha Edlê razî ye

Rojnameyên erebê têkildarî  biryara Dadgeha Edlê ya NY ya li dijî Îsraîlê, rageşiya li ser hebûna Amerîka li Iraqê nivisîn.

Rojnameyên erebî: Îsraîl ji biryara Dadgeha Edlê razî ye
27 ÇILE 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî biryara Dadgeha Edlê ya NY`yê ya li dijî Îsraîlê nûçeyek bi sernavê "Biryareke nerm ji aliyê dadgeha edlê ya navneteweyî Îsraîlê razî dike û dijberên wê kêfxweş dike" nivisî.

Rojnameyê diyar kir ku dadgehê bi vê biryarê, xwest Îsraîlê razî bike ya ku rawestandina şer red dike, her wiha li gor daxwaza Başûrê Afrîkayê ye ku li cem dadgehê gelek caran gilî kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku fermana dadgehê ku her kes li bendê bû û Îsraîlê bi fikar kiribû, ji dûrahiya wê ya qanûnî û delîlên li ser "qirkirina komî" zêdetir, biryareke siyasî bû û tenê ji bo parastina îmaj û pêbaweriya wê bû. 

Dadgehê înê ferman da Îsraîlê ku "qirkirina komî" ya li dijî filistiyan rawestîne û hewldanên xwe ji bo alîkariya sivîlan bike, tevî daxwaza Başûrê Afrîkayê, lê belê dadgehê negihişt biryara agirbestê.

GELO VEKIŞÎNA AMERÎKA JI IRAQÊ NÊZ BÛYE?

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya The Independent Arabia nûçeyek parve kir û diyar kir ku danûstandinên Amerîka-Iraqê ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê êdî nêz bûne, li gel ku Amerîka dixwaze danûstandineke cidî bi hikumeta Iraqê re dest pê bike ji bo ku derbasî hûrguliyên vekişîna hêzên wê ji Iraqê bibe.

Li gor Reuters`ê ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di nameyekê de ku balyoza wê li Iraqê Alina Romanowski daye wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyn, amade ye dest bi danûstandinan bike. Reuters`ê ragihand ku DYA`yê bi vê gavê, tevahî şertên berê betal kirin, jê ya herî girîng, komên çekdar ên Iraqê ku Îranê piştgiriya wan dike, êrişên xwe li dijî hêzên Amerîkayê rawestîne.

(şx)