Rojnamevanên Tebqayê piştgirî da rojnamevanên azad

Rojnamevanên kantona Tebqayê der barê serdegirtina kanalên Stêrk TV û Medya Habar li Belçîkayê û girtina rojnamevanan li Enqere û Stanbolê de daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji rojnamevanên azad re nîşan da.

Rojnamevanên Tebqayê piştgirî da rojnamevanên azad
23 nîsan, 2024   17:59
TEBQA

Der barê serdegirtina kanalên Stêrk TV û Medya Habar li Belçîkayê û girtina rojnamevanan li Enqere û Stenbolê de li pêş navenda ragihandina giştî ya Tebqayê daxuyaniyekê hat dayîn. Nûçegihana Ronahî TV Hîbe Fetîh daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de serdegirtina li dijî her du kananlan û rojnamevanan hat bibîrxistin û hat got di vê qonaxê de anku di Roja Rojnamevaniya Kurdî de û gefên mezin li dijî vîna gelên herêmê ev yek ne tesadufek e.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş di demekê de hêzên faşîst dest bi şerê li dijî vîna gelên Kurdistanê kiriye, pêk tê û ev hedefgirtin jî bi hewldana têkbirina dengê banga azadiyê dike û rastiya dagirkeriyê, berjewendiyên hêzên mêtinger û faşîst aşkera dike, ye.

Di dawiya daxuyaniyê de rojnamevanan piştgiriya xwe bi rojnamevanên azad re nîşan da û bang li NYˊyê, rêxistinên hiqûqî kir ku sûcên li dijî rojnamevanan şermezar bikin û sûcdaran li pêş edaletê ceza bikin.

(fr)