Rojnamevaneke Çekî: Dilên gelên Ewropayê bi Kurdên Rojava re ne

Rojnamevana Çekî Marketa Kotilova diyar kir ku ew bi aramnca piştgiriya Kurdan û belgekirina êrişan li ser wan têne kirin, hatiye Rojava û got, gelên Ewropayê bi dilên xwe bi Kurdan re ne.

Rojnamevaneke Çekî: Dilên gelên Ewropayê bi Kurdên Rojava re ne
25 ÇILE, 2026   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevana Çekî Marketa Kotilova piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd ê Rojava anî ziman û destnîşan kir ku wê di çarçoveya şopandina xwe ya berdewam a rewşa meydanî û mirovî de 15 caran serdana herêmê kiriye.

Marketa Kotilova ji ajansa me re axivî û  got: "Gelê Kurd gelekî mezin e, ji bo aştî li herêmê pêk were berdêlên mezin dane. Lew re divê ev berdêl bêyî sextekirin an paşguhkirinê ji raya giştî ya cîhanî re werin ragihandin."

Marketa Kotilova diyar kir ku ew di vê dema hesas de hatiye Rojava da ku li kêleka gelê Kurd bisekine, êrişên ku li ser wan têne kirin belge bike û rastiya li ser erdê rû dide ji cîhanê re ragihîne.

Rojnamevan Karketa Kotilova da zanîn ku ragihandina azad berpirsiyariyeke exlaqî hildigire ser xwe ku binpêkirinan eşkere bike û dengê qurbaniyan ragihîne.

Rojnamevana Çekî Marketa Kotilova di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî nebûna piştgiriyek pratîkî ji aliyê siyasetmedarên li Ewropayê jî ve, lê gelên Ewropayê bi dilên xwe bi Kurdên Rojava re ne û bi hestiyarî û eleqeyeke zêde doza Kurdan dişopînin.

(ac)

ANHA