Xwediyên hêştiran banga destekdayînê kir

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna rêjeya baranê, bandor li ser sewalvaniyê û bi taybetî jî li hêştirvaniyê çêbû. Ev jî bû sedem ku xwediyên hêştiran bang li aliyên berpirs bikin ku ji wan re êm peyda bikin.

Xwediyên hêştiran banga destekdayînê kir
5 kanûn, 2025   05:15
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Xwedîkirina hêştiran beşeke çanda civakên çolistanê ye ku qebîleyên Ereb didomînin. Xwediyên hêştiran bi vî karî çanda xwe diparêzin û debara xwe dikin. Heta îro jî ev pîşe xwedî girîngiyeke aborî û civakî ya mezin e, nexasim ji ber peydakirina goşt û şîr û nirxên buha yên hêştiran.

Hêştir di şert û mercên zehmet ên hewayî de li ber xwe didin û bi navê "keştiyên çolistanê" tên naskirin, ji ber wê jî niştecihên wan deveran zêdetir xwe dispêrin wan, bi taybetî bajarê Hol ê kantona Cizîrê.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3 salên dawîn de rêjeya baranê pir kêm bû, ji ber wê jî giyayên ku ji hêştiran re dibin êm zêde şîn nebûn. Îsal krîz kûrtir bû, piraniya rûberên zeviyan ên ku giyayên ji bo hêştiran lê şîn dibin, bê şînkatî man. Di encamê de lêçûna xwedîkirina hêştiran zêde bû.

Buhayê kîloya ka nêzî 2 hezar lîre ye, buhayê tovên êm jî 4 hezar e. Cehê spî ji 5 hezar û 500 heta 6 hezar lîreyan e. Cehê reş ê baş jî li sûkan nayê dîtin, eger were dîtin jî bi 7-8 hezar lîreyan e.

Girêdayî mijarê Fehid El Debcan ê ji qebîleya Mewalî ku li gundewarên Holê hêştir xwedî dikirin, got ji 10 salan ve, îsal herî zêde zehmetî li pêşiya xwediyên hêştiran derketin, di serî de hişkesalî, kêmpeydabûna êm û tunebûna rûberên berfireh ji bo çêrandina hêştiran.

El Debcan got gelek xwediyên hêştiran neçar man ku berê xwe bidin derdora gola Xatûniye da ku hêştir bikarin bi awayekî baştir biçêrin.

BANGA DESTEKDAYÎNÊ

Di dawiya axaftina xwe de El Debcan bang li Rêveberiya Xweser û saziyên Desteya Sewalvaniyê kir ku wekî cureyên din ên sewalan, êmê ji hêştiran re jî peyda bikin, ji ber ku di vê rewşa hewayî û aborî ya xerab de û ji bo domandina vê çandê ev gaveke pêwîst e.

(mh)

ANHA