Rojnamevan Dûa Silo di 40 rojiya xwe de hat bibîranîn

Rojnamevan û xebatkara Radyoya Dirbêsiyê FM Dûa Silo di çilrojiya wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

24 tîrmeh, 2026   23:12
NAVENAD NÛÇEYAN

Bi wesîleya 40 rojiya wefata rojnamevan û endama Radyoya Dirbêsiyê FM Dûa Silo, malbat û hevalên wê merasîma bîranînê li ser gora wê ya li bajarê Dirbêsiyê li dar xist. 

Piştî gul danîn ser gora Dûayê, xebatkara Dirbêsiyê FM rojnamevan Şevîn Oso axivî. Şevîn di axaftina xwe de behsa keda Dûa ya di qada rojnamegeriyê de kir û got, peyama xwe ya ragihandinê bi wefadarî bi cih anî û çûna wê windahiyeke mezin di qada ragihandinê de çêkir.

Şevînê di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Dûa Silo yek ji rojnamevanên jin ên destpêkê bû ku elaqe da rewşa jinan û pirsgirêkên wan. Her wiha detayên jinan civakî û çandî radighand.

Di dawiya bîranînê de hate gotin ku Dûa Silo dê di wijdanê wan de zindî bimîne û peyama wê ya ragihandina heqîqetê bidomînin.

Rojnamevan Dûa Silo di 14‘ê Hezîranê de ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest dabû.

 (bb)

ANHA