Rojevên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê cih dan şerê li ser başûrê Lubnanê û siyaseta nû ya Donlad Trump.

Rojevên sereke yên rojnameyên erebî
23 mijdar, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelo Îsraîl dixwaze herêma tampon li sînorên başûrê Lubnanê bisepîne?

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Gelo Îsraîl dixwaze herêma tampon li sînorên başûrê Lubnanê bisepîne?" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl gund û bajarokên başûrê Lubnanê bi sîstamatîk wêran dike û ev jî nîşan dide ku Îsraîl dixwaze herêmeke tampon ava bike ji bo ku piştî rawestandina şer, Hizbullah vengere wan herêman. Lê li gorî çavdêran, dibe ev stratejî bi sernekeve.

Rojnameyê cih da nirxandinên rayedarên artêşa Lubnanê ku dibêjin Îsraîl bi wêrankirina gundên ser sînor û şewitandina daristanên li dorê, dixwaze çavdêriya xwe li ser herêma sînor xurtir bike.

Her wiha analîzvanê berê yê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê Kalev Ben-Dor ji rojnameyê re axivî û got: "2 metirsiyên sereke yên Hizbullahê hene. Yek moşekên menzîldirêj in ku dibe Hizbullah ji dûr ve bavêje. Ya din hêza Ridwan heye ku nêzî sînor in û ew amade ne êrişeke mîna 7`ê Cotmehê çêkin."

TRUMP Û SOZA BIDAWÎKIRINA ŞER: PELIKEKE JI BO HILBIJARTINAN BÛ YAN JÎ PLANÊN RASTÎN E?

Rojnameya Şerq El Ewsat îşaret pê kir ku serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump xwe wekî "sembola aştiyê û jinavbirê şeran e" nîşan da û di hilbijartinan de soz da ku şerê li Xeza û Lubnanê rawestîne û dozên din ên cîhanê û Rojhilata  Navîn çareser bike.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ku dibêjin tîma Trump klasîk e û ew alîgirên têkiliyên berê yên bi Rojhilata Navîn in. Li gorî cîgira wezîrê parastinê yê berê yê kar û barên Rojhilata Navîn Dana Stroul hîna zû ye plana rêveberiya nû ya Amerîkayê bê nirxandin û diyar kir ku ew soz dide ku aştiyê li herêmê bi dest bixe lê li aliyekî din piştgiriya Îsraîlê dike.

Der barê siyaseta Turmp li Rojhilata Navîn de gelek pirspor dibêjin ku Trump hewl dide Amerîka ji rewşa wê ya niha li Rojhilata Navîn xilas bike, ji bo wê dê fişarê bike ji bo ku çareseriyan bi dest bixe. Wê bi şerên mezin re ne nerm be û dê bixwaze buhayên petrol kêm bimînin.

(şx)