Rojevên sereke yên rojnameyên erebî

Bandora encamên hilbijartinên Amerîkayê yên li ser dewletên Ereban û dan û standinên filistîniyan rojeva çapemeniya erebî bûn.

Rojevên sereke yên rojnameyên erebî
6 mijdar, 2024   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Cîhana erebî li benda encamên hilbijartinên Amerîkayê ye" weşand û diyar kir ku piraniya dewletên Ereban bi mereq li benda encamên hilbijartinên Amerîkayê ne, lê heta niha tu kesî diyar nekiriye bê ka dixwaze kîjan namzet bi ser bikeve. Berovajî hêzên herêmî û navneteweyî yên ku dizanin berjewendiyên wan bi kîjan namzetî re dê pêk werin.

Rojnameyê cih da nirxandinên analîzvanên siyasî ku pirsgirêka dewletên Ereban ew e ku hîna nebûne hêzeke wisa ku namzetên hilbijartinên Amerîkayê hesab jê re bikin. Cîhana erebî wek hêzeke hevgirtî tev nagere, ne xwedî nêrîneke diyar û hevgirtî ne ku dihêle namzet di pirsgirêka Filistîn an jî Îran û alîgirên wê yên li herêmê de, hesabê jê re bike.

‘EBAAS DEHF DA DAN Û STANDINÊN LI QAHÎRAYÊ’

Rojnameya El Beyan der barê dan û standinên filistîniyan ên li Qahîrayê de nûçeyek weşand û diyar kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan, her du alî nermtir bûne.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke agahdar, da zanîn ku "Komîteya Îsnad" a ku li ser avakirina wê hatiye lihevkirin, têkildarî birêvebirina Xeza û birêxistinkirina alîkariyan e. Endamên wê "kesayetên bêalî ne" û bi erêkirina tevahî komên Filistînê avakirina wê ji aliyê Ebaas ve tê erêkirin. Ji bo wê, di çend rojên bê de dê civînên berfireh li dar bikevin. Li gorî li ser hatiye lihevkirin, ev komîte girêdayî hikumeta Filistînê ye ku tenê dê kar û xebatên wê bişopîne.

(şx)