Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku her projeyeke siyasî ji bo Sûriyeyê ku xwe nespêre pirrengiya olî, mezheb û etnîkî û beşdariya rasteqîn a hemû pêkhateyan di dayîna biryarê de, dê sist bimîne û hilweşe. Rojnameyan der barê xwepêşandanên li Îranê de jî destnîşan kir ku Tehran li pêşberî senaryoyên vekirî ye.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
15 ÇILE, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da rêya lihevhatina neteweyî ya Sûriyeyê, xwepêşandanên li Îranê, her wiha nîqaşên li ser siberoja Gronlandê di navbera Washington û Ewropayê de.

’BER BI LIHEVHATINEKE NÎŞTIMANÎ YA GIŞTÎ LI SÛRIYEYÊ VE’

Rojnameya El Ereb ku bal kişand ser Sûriyeyê, diyar kir ku aloziya Sûriyeyê gihîştiye qonaxek krîtîk. Hate gotin ’’Her projeyek siyasî ya siberojê ku pirrengiya olî, mezhebî û etnîkî ya welêt nas neke û beşdariya hemû pêkhateyên wê di biryardanê de mîsoger neke, dê lawaz bimîne û dibe ber bi hilweşînê ve biçe.’’

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku ’’ Sûriye mozaîkek ji pêkhateyên bi hev ve girêdayî ye. Eger peymanek civakî ya nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û destûrek sivîl çêbibe, hingî dikare bibe çavkaniyek hêzê.’’

Rojnameyê, ’’destûrek sivîl ku ol ji dewletê veqetîne, rê li ber serdestiya her komek hejmarî bigire û pêkanîna reformek kûr a saziyên ewlehî û dadweriyê’’ wekî rêya rasteqîn a lihevhatina nîştimanî ya giştî û rêgirtina li ber tundî û parçebûnê destnîşan kirin.

XWEPÊŞANDANÊN ÎRANÊ: XALÊN GIRÎNG Û ÎHTÎMAL

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser xwepêşandanên ku di dîrokê de li Îranê derketine, ji xwepêşandanên 1999’an bigire heta Tevgera Kesk a 2009’an, xwepêşandanên 2019’an ên ji ber rewşa aborî ya rabûne, xwepêşandanên 2022’an ên piştî qetilkirina Jîna Emînî û xwepêşandanên ku vê dawiyê ji ber kêmbûna nirxa diravî û şert û mercên aborî yên xirab dest pê kirine.

Rojnameyê destnîşan kir ku xala hevbeş a di navbera van xwepêşandanan de ew ku ji daxwazên aborî û debarê veguherîne siyasî, lê di xwepêşandanên vê dawiyê de saziyên olî hatin hedefkirin.

Rojnameyê diyar kir ku "Xwepêşandanên nû hemwextî guhertinên mezin ên herêmî têne kirin. Rejîma Îranê jî ev xwepêşandan bi aliyên derve nemaze DYA û Îsraîlê ve girêda ye, lê îsbatên pêbawer ku xwepêşandan girêdayî derve ne nedane. Lê xwepêşandêr bi israr in ku sedemên xwepêşandanan navxweyî ne."

Li gorî rojnameyê, Îran li pêşber senaryoayên vekirî ne û ev senaro jî wiha rêz kirin ’’An peymaneke demkî ya nukleerî çêbike ku rejîmê rizgar bike, an jî êrişên leşkerî yên diyarker pêk werin, an jî dê xwepêşandan berdewam bikin û bi guhertineke bingehîn di pêkhatina rejîmê an jî guhertina nêzîkatiyên wê de bi dawî bibin.’’

 ’GRONLAND Û XEWNA SERXWEBÛNÊ’

Rojnameya El Xelîc jî cih da mijara Gronlandayê û ev nirxandin kir " Gelê giravê girêdayîbûna bi Amerîkayê ve an serdestiya berdewam a Danîmarkayê Washington red dike. Lê Washingtonê vê helwestê paşguh dike. Li gorî anketên raya giştî, ji sedî bi qasî 85 ê nifûsa Gronlandayê qebûl nake ku bibin hemwelatiyên Amerîkî an Danîmarkayê."

Rojnameyê îşaret pê kir ku qezenciyên aborî û diraviyên mezin ên ku dê Amerîkayê pêşkêş bike, nikarîn helwesta xelkê Gronlandayê biguhere. Rojnameyê diyar kir ku niştecihên Gronlandayê ku hejmara wan 57 hezar kes e bi vebijêrka serxwebûnê ve girêdayî ne.

Li gorî rojnameyê, dibe ku ev dosya aloztir bibe û bibe sedema pirsgirêkan di têkiliyên Ewropa û DYA’yê de nemaze, niştecihên Gronlandayê bi israr in ku çarenûsa xwe dûrî nakokiyên hêzên mezin diyar bikin.

(b)