Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dane geşedanên li Lubnanê  û mijara penaberên sûriyeyî yên li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê asê mane.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
27 îlon, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî geşedanên li Lubnanê nûçeyek bi sernavê " Lubnan li ber saetên diyarker e" weşand. Li gorî rojnameyê metirsî hene ku rûbirbûna li Lubnanê veguhere şerekî topyekun. Hate gotin, tevî encamên giran ên şerê li Xezayê yê di tevahî astan de jî lê Îsraîlê di ragihandina xwe de amajeyê bi planeke şer ya pirenî dike.

Rojnameyê diyar kir ku li gel  senaryoyên "operasyoneke bejahî" yên muhtemel eger rageşiya li Beyrûtê  bê guman wê aloziyên heyî ya di navbera mesîh û şîe de gûrtir bibe.

Rojnameyê bi bîr xist ku "Taîfeya mesîh ji destpêka bûyerên li Xezayê ve hewldanên Hizbullahê ku Lubnanê bikişîne nava şer red dike û Hizbullah wekî berpirsê encamên êrişên li ser Lubnanê destnîşan kir."

’ NETANYAHU ÇIMA AGIRBESTA LI LUBNANÊ RED KIR?’

Rojnameya El Quds El-Erebî destnîşan kir ku di warê pratîkî de divê agirbesta bi Hizbullah re were pêkanîn. Hate gotin,  " Netanyahu dikare vê yekî wekî destkeftek siyasî bihesibîne, ji ber ku rawestandina operasyonên leşkerî yên Hizbullah bi awayekî demkî yan jî mayînde, tê wateya ku Hizbullah dosyayên Lubnanê ji Xezayê ji hev cuda dike.  Di heman demê de dibe ev yek armanca rayedarên Îsraîlê ya jinûve bicihkirina  niştecihên li mêtîngehên Îsraîlê yên li bakurê di malên wan de, bi cih bîne."

Rojnameyê nêzîkatiyên Îsraîlê wiha şîrove kirin "Şîroveya pêşîn ji vê nêzîkatiya tund a Îsraîlê; Îsraîlê xwe di aliyê tekneolojî û ewehî de serkeftî dibîne. Nemaze piştî operasyonên mezin ên ewlehiyê yên li dijî rayedarên Hizbullah, belavkirina mirin û tirsê  bi rêya teqandina peger û bêtêlan û hwd de  di nava şebekeya wê ya bingehî. Zêdetirî vê yekê bêdengiya baldar a Îranê û rejîma Sûriyeyê ya ku bi dehên salan alîgirê Hizbullahê ye. Şîroveya din; hikumeta Îsraîlê heta niha ne tenê bi serweriya xwe ya leşkerî, ewlekarî û teknolojiyê, di heman demê de bi destwerdana rasterast ya hevalbendê xwe (DYA’yê û hêzên rojavayî) helwesta leşkerî ya Hizbullahê fêm bike."

’VEGERA KOMΠ YA NERÊXISTINKIRÎ: SÛRIYE PARA XWE JI ÊRIŞAN WERGIRTIYE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî cih da penaberiya ji Lubnan ber bi Sûriyeyê ve. Hate bi bîrxistin ku di roja duyemîn de li deriyên sînro ê Sûriye-Lubnanê tevgereke mezin heye.  Hate diyarkirin ku hejmara kesên ji Lubnanê ber bi Sûriyeyê ve çûne nêzî 23 hezar kes ku di nav de lubnanî hene.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Tevî ku Sûriyeyê timî radighîne ku ew dixwaze dosyaya penaberan bi dawî bike, lê dê demên pêş de di gelek aliyan de zextên mezin li ser vî welatî hebin, nemaze ku ji ber vegera nerêxistinkirî."

Rojnameyê bi bîr xist ku hikumeta Şamê navendên bicihkirinê yên demkî amade dike. Her wiha destnîşan kir ku projeyên lezgîn ên çareseriyê yên bi çavdêriya navneteweyî têne astengkirin û sedema vê yekê spart kêmbûna finasekirinê û vetoya domdar a DYA’yê ya li ser çalakirina dosyaya Sûriyeyê.

(bb)