Komên xwendinê ‘desthilatdarî û rêveberî’ nîqaş kir

Endamên 5 komên xwendinê yên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li hev kom bûn û mijara 'desthilatdarî û rêveberî' nîqaş kir.

27 îlon, 2024   11:19
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Li 7 kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya salekê bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan, komên xwendinê yên pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin avakirin.

5 komên xwendinê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li hev civîyan û li ser mijara ‘desthilatdarî û rêveberî’ nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kir ku beriya bi hezar salan bi rêvebirina jinan civaka exlaqî û polîtîk hatibû afirandin, lê ji derketina Sumeriyan heya îro pergala dewletperest heye.

Têkildarî xebatên komên xwendinê yên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Zîwer Şêxo û Naîme Hesen ji  ANHA’yê re axivîn.

Zîwer Şêxo da zanîn ku di çarçoveya xebatên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan de biryar hatiye dayîn ku her meh hemû komên xwendinê li hev bicivin û di çarçoveya mijarên parêznameyan de nîqaşan bikin.

Zîwer Şêxo anî ziman ku bi armanca têgihîştina pergala neteweya demokratîk li hev dicivin û destnîşan kir ku nîqaşên wan li ser pirsgirêk û çareseriyê ne.

Naîme Hesen jî diyar kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan civak bi hemû pêkhateyên li hev kom bûye û xwe bi rêxistin kiriye û got: “Em bi van kombûnan dixwazin der barê sîstema Rêveberiya Xweser de fikrên Rêber Apo fêm bikin.”