Îsraîlê li baregeha hêzên Şamê xist: 5 leşker mirin

Baregeha hikumeta Şamê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hate bombebarankirin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de 5 leşkerên hêzên Şamê hatine kuştin.

Îsraîlê li baregeha hêzên Şamê xist: 5 leşker mirin
27 îlon, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku artêşa Îsraîlê baregeha  leşkerên hêzên Şamê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnan a li nêzî devera Kifêr Yabûzê yê gundewarê Şamê bombebaran kir.

Li gorî wezaretê, bombebarana ji aliyê girê Colanê ve hatiye kirin, fi encamê de5 leşkerên Şamê hatin kuştin û leşkerekî din birîndar bû.

(bb)