ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 - 10 – 2024
13 cotmeh, 2024   02:00

Hiqûqnasan bang kir ku di Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî de ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan eniyeke hevgirtî bê avakirin. Di heman demê de destnîşan kirin ku armanca Komploya Navneteweyî, têkbirina projeya neteweya demokratîk e û teqezî bi bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê kir.

Însiyatîfa Amezîxî ya ku hewl dide doza Kurd û doza Rêber Abdullah Ocalan bi gelê Amezîxî bide nasandin, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.

Şopdarên heqîqetê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Davût Armdemcî, Seed Ehmed, Dîlan Olmez û Mihemed Reşo di rêya veguhastina rastiya gelê xwe de şehîd bûn û ji hevalên xwe re bûn hêz û hêvî ku soza şopandina rêya hevalên xwe dane.

Emîne Salih ji êrişa li dijî karwanê sivîlan a li Serêkaniyê bi birîndarî xelas bûye. Emîneyê detayên wê rojê vegotin û got "Heza welat di damarên zarokên min de diherike. Ev welat layîqî tevahî fedakariyan e".

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de diyar kir ku ketina tank û erbeyên leşkerî yên Îsraîlê ya nava herêma Colanê ya Sûriyeyê metirsiyên hikumeta Şamê zêde dike ku şerê Îsraîlê yê li dijî Hizbullahê, Sûriyeyê jî bide ber xwe. Rojnameyan îşaret pê kir ku DYA ji tevgerên veşartî yên Îsraîlê bi fikar e.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Minbicê Muntehe Yeşmav diyar kir ku ew ji kesên ji Lubnanê tên herêmê re alîkariyê pêşkêş dikin. Muntehe aşkera kir ku wan bang li rêxistinên mirovî kiriye ji bo ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin, lê heta niha tu bersiv nedane.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rojnamevanên di êrişên çeteyên DAIŞʹê û dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi bîr tîne, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star navendeke tiba xwezayî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê vedike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Roava ji bo xwendekarên derçûne li Parka Azadî ya Qamişoyê şahiyekê li dar dixe, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala Şehîd Bawer Agir a Ciwanan di roja xwe ya duyemîn û dawî de bi çalakiyên hunerî li Qada Jina Azad a Kobanê dewam dike, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)