Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin

PYD`ê li Til Temir di civîneke berfireh de geşedanên siyasî yên li herêmê nîqaş kir û bal kişand ser doza Kurdî, pêşxistina diyalogê û rola civakê di derketina li hemberî astengiyan de.

Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
Rêyên pêşxistina istiqrarê û rola civakê hat nîqaşkirin
13 tebax, 2026   13:32
HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Til Temir ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li herêmê, bi amadebûna endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û şênyan civîneke berfireh li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Endamê Rêveberiya PYD`ê Serbest Rêzan axivî û behsa rêwîtiya Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir, Serbest Rêzan di axaftina xwe de dîroka destpêkirina xebatên çekdarî ya di 15`ê Tebaxê ya 1984`an, qonaxên ku tê re derbas bûye, guhertinên ku bi xwe re aniye vegot.

Di civînê de bal hat kişand ser hişmendiya têkoşîna siyasî û civakî, girîngiya rêxistinkirina civakê û pêşxistina rola wê li hemberî zehmetiyan, girîngiya beşdariya jinan, ciwan û saziyên civaka sivîl di qada siyasî û civakî de.

Her wiha di civînê de geşdanên girêdayî doza Kurdî, xebatên ji bo dîtina çareseriyên siyasî hatin gotin.

Paşê beşdaran diyar kir ku girînge rêxistina civakî were pêşxistin, girêdana di navbera pêkhateyên herêmê were parastin û rê li ber hewildanên têkbirina ewlehiyê li herêmê were girtin.

(sb)

ANHA