Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin

Parêzgerê Hesekê û nûnerên rêxistinên navneteweyî ji bo vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin.

Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera şêniyên Serêkaniyê nîqaş kirin
13 tebax, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgerê Hesekê Nûrredî Ehmed li avahiya Parêzgehê, hejmarek ji nûnerên rêxistinên navneteweyî, Endamê Tîma Serokatiyê ya Peymana 29`ê Çileyê Mustefa Ebdê û hejmarek ji aliyên peywendîdar pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de rêyên ji bo piştgiriya şêniyên ku vegeryane bajarê Serêkaniyê, destekdayîna kesên li bajêr dimînin, vegera koçberan a malên wan, rewşa binesazî û xizmetguzariyê li bajêr û gundewarên wê, makanîzmeya sererastkirina û pêşxistina wan hat nîqaşkirin.

Her wiha di hevdîtinê de behsa xebatên ji bo başkirina rewşa jiyanî, dabînkirina xizmetguzariyên esasî û misogerkirina vegera şêniyan a ji bo herêmên wan hatin kirin.

(sb)