Rêya Tebqa-Selemiyê girtî ye

Hikumeta veguhêz girtina rêya Tebqa –Selemiyê ya di navbera Herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de diddomîne. Tê gotin ji ber girtina rê nexweşekî jiyana xwe ji dest da.

Rêya Tebqa-Selemiyê girtî ye
22 cotmeh, 2025   11:57
TEBQA

Hêzên hikumeta veguhêz duh (Sêşem 21 Cotmeh 2025) carek din rêya Tebqa –Selemiyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deverên din ên Sûriyeyê ve girêdide, li pêşiya bi hezaran rêwiyan girt .

Hêzên hikumet ku 14 rojan deriyê Tebqa- Selemiyê girtibû, 20’ê Cotmehê careke vekiribû.

Duh êvarî rêwiyan bertekên tund nîşanî girtina rê dan. Ji ber zexta rêwiyên ku ji saetên destpêkê yên sibehê ve li benda derbasbûnê bûn, hêzên hikumetê rê da derbasbûna hejmarek erebeyan.

Li gorî agahiyan, nexweşekî dil ku ji bo tedawiyê dê biçûya Şamê, li ser rêya Tebqa-Selemiyê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên hikumetê bi bilindkirina satirên axî girtina rê li pêşiya rêwiyan didomîne.

(bb)

ANHA