Rêxistina TEV-DEMˋê ya Helebê: Êrişa dijî karwana gel sûcekî şer e

Rêxistina TEV-DEMˋê ya bajarê Helebê êrişa dijî konvoya gel a li ser rêya Bendava Tişrînê şermezar kir û banga bidawîkirina van sûcan kir.

Rêxistina TEV-DEMˋê ya Helebê: Êrişa dijî karwana gel sûcekî şer e
9 ÇILE, 2025   20:04
HELEB

Rêxistina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê der barê êrişa duh a li dijî konvoya gel de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rêveberê TEV-DEM'ê Kamîran Zaza ve bi beşdariya bi dehan endamên yekitî û saziyên sivîl hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin pêdiviya vê qonaxê ya ji bo avakirina pêşerojeke hevbeş a ji bo tevahî gelê Sûriyeyê, bi hişyarî, zanabûn û xebateke cidî heye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên dijî binesazî û destkeftiyên herêmê re sûc û dagirkeriya xwe ya li dijî xaka Sûriyeyê didomîne.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hat silavkirin û êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li dijî girseya gelê ku berê xwe da Bendava Tişrînê ku di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn, hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Komkara Erebî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar bikin, her wiha bang li partî û aliyên nîştimanî yên Sûriyeyê hat kirin ku ji bo pêşîgirtina li çavnebariya dewleta Tirk a dagirker hevgirtin û yekitiyê xurt bikin.

(mh/fr)

ANHA