Di êrişa li Kobanê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kobanê de 3 endamên wê şehîd bûne.

Di êrişa li Kobanê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn
9 kanûn, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê de 3 endamên wê şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Polîtîkayên dijminane yên li dijî ewlehî û îstiqrara herêmên me û silametiya gelê me, dewam dikin. Di êrişeke nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêya balafireke bêmirov a biçek kiribû, 3 endamên me şehîd bûn. Em xatirê xwe ji lehengên xwe dixwazin. Em soz didin wan û gelê xwe ku em ê têkoşînê wan bidomînin ta armancên wan ên azadiyê pêk bînin. Xwîna pak a şehîdan dê rêya dilsoziya bi nirxên me yên nîştimanî, mirovî û yê gelê me re ronî bike.

Bila serê malbat û hevreyên şehîdan sax be. Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan yek bin û piştgiriya xwe ya bi hêzên me yên ewlehî û leşkerî re bidomînin.

Şehîd namiri. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn. Serkeftin wê para me be."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nav û paşnav: Suheyl Bakkî
Navê dayikê: Adula
Navê bav: Bekrî
Pileya leşkerî: Alîkarê yekem
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, Xazina, 01.02.1981
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kobanê, 14.12.2019
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Pira Qereqozak, o8.12.2024

***

Nav û paşnav: Hesen Naasan
Navê dayikê: Xedra
Navê bav: Îbrahîm
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê - Zark, 11.5.1987
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kobanê, 19.08.2017
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 08.12.2024

******

Nav û paşnav: Mihemed Emîn Hemo
Navê dayikê: Naîla
Navê bav: Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn - Ewniye Aşma, 1992
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kobanê, 20.03.2019
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê - Pira Qereqozax, 08.12.2024

(bb)