Rewşenbîrên Heleb: Peyman ji bo xurtkirina aştî û armancên şoreşê gaveke girîng e

Rewşenbîrên Helebê diyar kir ku peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin gaveke girîng ber bi xurtkirina aştî û pêkanîna armancên şoreşê ye.

Rewşenbîrên Heleb: Peyman ji bo xurtkirina aştî û armancên şoreşê gaveke girîng e
4 nîsan, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê di 1’ê Nîsanê de peymanek ji 14 xalan îmze kir. Rewşenbîrên Heleb ew peyman bi yekemîn gava ji bo pêkanîna modela nenavendiyê li Sûriyeyê wesif kir.

Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat der barê mijarê de axivî û got: "Peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û desthilata Şamê de pêk hatiye di nava rojevên dewletên rojava, herêmî û xwecihî de cihekî girîng girt û dengvedanek çêkir. Ji ber ku peymanê rê li pêş hewldanên parçekirin û berjewendiyên derve girtin."

Bîrhat diyar kir ku peymanê hişt ku nêrînên der barê pêvajoya avakirina siberoja Sûriyeyê de ji hev nêz bibin û bendên wê xwedî girîngiyeke kûr in û bandorên wê li ser guhertina rewşa herêmê heye, ya girîng jî agirbest e. Her wiha hewayekî baweriyê ava kir ku pêkhate mafên xwe wergirin û azadiyên ku bi salan e jê mehrûm bûne bi kar bînin.

Di berdewama axaftina xwe de Bîrhat wiha pê de çû: "Pêkanîna mîna van peymanan nîşaneya hişyariya gel û têgihîştina wî ya li hember girîngiya qonaxê ye. Ev peyman girêdayî peymana di 10’ê Adarê de ya di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin e."

Bîrhat diyar kir ku gel bi vebijêrka diyalog û dan û standinê ve girêdayî ye ku welat jinûve ava bikin û nekevin xefka hewldanên parçekirinê û xwînrijandin were sekinandin.

Têkildarî nirxandina peymanê Bîrhat got ew pêkanîna aktîv a nenavendiyê li welat e û weke peyamekê ye ku nenavendî nayê wateyê cudaxweziyê û li ser siberoja Sûriyeyê xeteriyê çênake, ji wê zêdetirî aştiyê misoger dike û krîzên li welat çareser dike.

Her wiha endama Malbendê Şêrîn Şêxo jî got: "Peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de gaveke girîng a xurtkirina aştî û pêkanîna armancên şoreşê ye ku di oxira wê de gelek fedakarî hatin dayîn, her wiha xurtkirina têkiliyên biratî û hezkirinê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ye."

HÊZA JINÊ

Şêrîn diyar kir ku fedakariyên şehîdan ev qonax gihandiye cihên herî bilind û hişt ku ev peyman werin îmzekirin.

Têkildarî roja jinê ku di vê dawiyê de di îmzekirina peymana Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata şamê de derketiye holê Şêrîn got: "tiştê cuda ji vê peymanê rengê jinê ye. ev jî berhema têkoşîna jinan e ku di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de rola pêşeng, fermandar, siyasî û dîplomasî lîstiye."

(fr)

ANHA