‘Rewşenbîr berpirsên teşhîrkirina xiyaneta PDK’ê ne’

Rewşenbîran diyar kir ku PDK ji bo parastina berjewendiyên binemala Barzaniyan xiyaneteke mezin li gelê Kurd dike. Rewşenbîran banga teşhîrkirina xeta xiyanetê ya PDK’ê kir.

‘Rewşenbîr berpirsên teşhîrkirina xiyaneta PDK’ê ne’
27 îlon, 2024   04:10
HESEKÊ

Rewşenbîrên ji kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, tevkariya PDK’ê di van êrişan de û rola rewşenbîran di teşhîrkirina xeta xiyanetê de axivîn.

‘DIJMINÊ BAV Û KALAN NABE DOSTÊ LAWAN’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr ê ji bajarê Hesekê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ji dema îmzekirina peymanên Sever û Lozanê û heta niha ve êrişê Kurdan dike.

Beşîr diyar kir ku dagirker hebûna Kurdan li ser heyvê be jî bi tu awayî qebûl nake û wiha domand "Dewleta dagirker destkeftiyên ku Kurd bi dest dixin wekî xetereyê li ser hebûna xwe dibînin, lew ra gelên herêmê di nav de Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Bi hemû rêbazan jî hewl dide diyalog û yekrêziya Kurdan asteng bike û li hemberî her hewldaneke ku xîtaba Kurdan bike yek disekine."

Mihemed Beşîr bal kişand ser xeta xiyanetê ya PDK’ê û tevkariya wê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan de û  gotina pêşeyî ya dibêje "Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan" bi bîr xist û got: "Ev tevkarî xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake, lê bandoreke neyinî li Kurdan dike, lew ra destkeftiyên Kurdn dixin xetereyê."

Mihemed Beşîr bang li hêzên Kurdan kir ku li dîrok, ziman û çanda xwe vegerin û bibin yek û ev peyam da "Di dîroka Kurdan û şoreşên wan de li hemberî xeta berxwedanê xeta xiyanetê timî heye. Ji ber vê yekê divê Kurd li hemberî xeta xiyanetê rabin û ji bo welatê xwe, ziman û dîroka xwe kar bikin."

‘ARMANC DAGIRKIRINA ERDÊ KURDAN E’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Ezher Ehmed jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdan wekî berdewama şerê qirkirinê bi nav kir.

Ezher Ehmed bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û ev tişt got: "Ji bo şerê li dijî tevahî Kurdan, dagirkirina xaka wan û vejandina Mîsaqî Millî baregeh bi awayekî stratejîk hatin avakirin."

‘DIVÊ KURD LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ RABIN’

Ehmed got, her mirovek ku di rihê wî/ê de xwîna Kurdiyatiyê heye divê li hemberî dagirkeriya Tirk rabe û helwesta xwe li hemberî doza Kurd nîşan bibe. Her wiha bang li Kurdan kir "Nekevin nava çirava xiyanetê û di êrişên wê yên li ser hêzên rizgariya Kurdistanê de nebin amûr di destê dewleta Tirk a dagirker de."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ezher Ehmed banga yekitiyê li gel, partiyên siyasî û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kir, rûyê rast ê dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî re ragihîne û piştgiriyê bidin parêzvanên doz û xaka xwe.

‘REWŞENBÎR BERPIRSÊN TEŞHÎRKIRINA XIYANETÊ NE’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Til Temirê Ridwan Xelef da zanîn ku PDK’ê bûye alavek di destê  dewleta Tirk a dagirker, rê li ber dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê vedike û dihêle dagirker baregehên xwe li Başûr ava bikin.

Ridwan Xelef diyar kir ku divê rewşenbîr berpirsyariya xwe ya hişyarkirina civakê ji xiyaneta li dijî destkeftiyên gelê Kurd pêk bînin û rola xwe ya teşhîrkirina xeta xiyanetê bi cih bînin.

Ridwan her wiha lawaziya rola rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di pêkanîan vê rolê de rexne kir.

’MALA BARZANÎ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE XIYANETEKE MEZIN DIKE’

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Bajarê Dirbêsiyê Siûd Miêş îşaret pê kir ku dîroka malbata Barzanî bi xiyanetî tijî ye û got, malbata Barzanî ku ji bo parastina berjewendiyên xwe yên malbatî tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike, xiyaneke mezin li gelê Kurd dike.

Miêş da zanîn ku Başûr dagirkirî ye û got, PDK’ê pêşmergeyên xwe kiriye pusulyeke ku pêşengiya artêşa Tirk di êrişên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dikin.

Siûd Miêş bang li rewşenbîrên li Başûr kir ku li hemberî xeta xiyanetê bisekinin, rastiya PDK’ê û xiyaneta wê ya li gelê Kurd raxe ber çavan.

(bb)

ANHA