Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin

Saziya Materyalan dest bi beşa duyemîn a guhertina materyalên dibistanan kir.  

Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
Beşa duyemîn a materyalên dibistanan tê guhertin
27 îlon, 2024   06:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî bidawîkirina beşa yekemîn a guhertina materyalên refên 1, 4, 7 û 10`an, dest bi beşa duyemîn a guhertinê kir.

Di qonaxa duyemîn de dê materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an bên guhertin û di sala xwendinê ya 2025-2026`an de li dibistanan werin belavkirin.

Der barê mijarê de hevserokê Saziya Materyalan Hevend Îbrahîm da zanîn ku wan ji 15`ê Îlonê ve dest bi pêvajoya guhertinê ya beşa duyemîn kiriye û ew ê beriya destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026`an bi dawî bikin.

Plana guhertinê li gorî naverok û rêbazên dayînê tê kirin, ji destpêkê ve bernameya guhertina dersan di her sê beşan de li gorî pêşniyar, nerînên mamoste û şagirtan hatiye danîn.

Di beşa sêyemîn de jî dê materyalên refên 3, 6, 9 û 12`an bên guhertin û di sala xwendinê ya 2026-2027’an de li dibistanan bên belavkirin.

Di nava van beşan de tenê materyalên bi zimanê kurdî û erebî tên guhertin.

Materyalên dibistanên seretayî, navîn û amadehî herî dawî di 2021’yan de hatibûn nûkirin.

ANHA