‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em amade ne fedakariyên din bikin’

Malbatên şehîdan ên bajarê Girkê Legê diyar kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê herêmê ye û destnîşan kir ku ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, amade ne fedakariyên dîtir jî bikin.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em amade ne fedakariyên din bikin’
27 îlon, 2024   03:10
GIRKÊ LEGÊ
RÛHAT XELEF

Bertekên li hember pergala îşkence û qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Malbatên şehîdan ên bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û got ji bo bidawîkirina vê pergalê divê têkoşîn were mezinkirin.

Birayê şehîd Xebat ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, Yusif Îbrahîm got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê berdewam e. Dewleta Tirk ji ber ku ji raman û felsefeya wî ditirse pergala îşkence û qirkirinê li ser dimeşîne."

Îbrahîm diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e û wiha domand: "Divê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em bibin yek û tê bikoşin."

Dayika şehîd Sabir ê li bajarê Rimêlanê şehîd bûye Sakîne Ebû Zeyd pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir.

Sakîne wiha domand: "Dewleta Tirk vê pergalê girantir dike ji bo ku vîna gel bişikîne. Lê ew bi ser nakeve û nikare me ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe."

Sakîne ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê şopdarên rêya şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bin. Ji bo bidawîkirina vê pergalê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê mezin bikin."

Birayê şehîd Serxwebûn ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, Mihemed Îbrahîm jî got: "Ev pergal, beşeke siyaseta kirêt a dewleta Tirk û komploya navneteweyî ye. Ew dixwaze Rêber Abdullah Ocalan û gel ji hev dûr bixin. Lê em ê têkoşînê li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin."

Mihemed Îbrahîm ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bi destxistin bang kir ku têkoşîn ji vê bêtir were mezinkirin û yekitî pêk were.

(şx)

ANHA