Rewşa Sûdanê û zehmetiyên koçberan di rojeva rojnameyên Erebî de ne

Rewşa Sûdanê ya ku êdî bûye krîzeke kûr û zehmetiyên koçberên li kampan û pêşwazîkirina wan ji sala nû re di rojeva rojnameyên Erebî dane.

Rewşa Sûdanê û zehmetiyên koçberan di rojeva rojnameyên Erebî de ne
1 ÇILE, 2026   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di roja yekemîn a sala nû de bal kişand ser rewşa Sûdanê û nakokiyên navneteweyî, her wiha li ser zehmetiyên zarok û malbatên koçber ên kampan û pêşwazîkirina wan ji sala nû re nivîsîn.

JI SÛDAN HETA BAB EL MENDEB: NEXŞEYA ALOZIYÊ YEK E

Di Rojnameya El Şerq El Ewset de jî rewşa Sûdanê ku şerekî hundirîn derbas kiriye û bûye nakokiyeke geosiyasî ku bi ji nû ve danîna nexşeya kontrolê li Deryaya Sor, Bab El Mendeb û Qoça Afrîkayê ve, girêdayî ye.

Rojnameyê diyar kir ku cewhera nakokiyê aloziya di navbera dewleta niştimanî û hêza çekdar a derveyî mantiqê de ye. Her wiha rojnameyê hişyarî ji wê yekê da ku milîs wekî aliyên siyasî werin pejirandin ji ber ku ev yek dikare gefê li serwerî û yekbûna welatan bixwe.

CÎHAN TEVLIHEV E

Rojnameya El Xelîc xwendineke giştî li ser aloziyên heyî û pêşdîtinek li ser 2026'an pêşkêş kir. Rojnameyê dît ku cîhan li benda qonaxeke girantir e lê egera şerekî cîhanê kêm e. Her wiha diyar kir ku aloziyên leşkerî, aborî, teknîkî û sîpranî dê ji bo kontrolê û ji nû ve çêkirina hevsengiyên hêzan kûrtir bibin, nexasim ku rola qanûna navneteweyî paş ketiye û saziyên piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî têk çûne.

DEMA KAMP SALA NÛ PÊŞWAZÎ DIKIN

Di aliyê mirovî de rojnameya El Qudis El Erebî li ser zehmetiyên zarok û malbatên koçber ên kampan hemwextî hatina sala nû nivîsî. Di rojnameyê de hat gotin ku cudahiya di navbera şahiyên li bajêr û rewşa kampan de mezintir dibe ku li kampan hêviya herî kêm, sax mayîn e.

Rojnameyê diyar kir ku zarokatiya li kampan bûye şerekî rojane yê xelasiyê û bal kişand ku çawa bê xemil, bê şahî û bi tirsa ji ber baran û serma û hilweşîna konan pêşwaziya sala nû dikin.

(mh)