Rewşa dawîn a Siwêdayê

Piştî ku hêzên hikumeta veguhêz ji herêmê vekişiyan, êdî gelemperiya bajar û gundewarê Siwêdayê di bin kontrola şervanên xwecih de ye. Çavkaniyan aşkera kirin ku rewşa jiyanî û xizmetî aloz e.

Rewşa dawîn a Siwêdayê
17 tîrmeh, 2025   11:00
SIWÊDA

Piştî banga Îsraîlê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh derengî şevê tevî çekên xwe ji tevahiya bajar û gundewarê Siwêdayê vekişiyan. 

Li gorî agahiyên ku medyaya Îsraîlê ji çavkaniyên leşkerî û ewlehiyê yên îsraîlî wergirtine, hêzên Îsraîlê ji bo rêgirtina li ber hêzên ewlehî û leşkerî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku derbasî başûr nebin û ji bo parastina Durziyan, êrişên hewayî li dijî hêzên hikumetê pêk anîn û şertê vekişandina ji deverên ku kontrol kirine, ferz kirin. Li ser bang û şertên Îsraîlê, hêzên hikumta veguhêz a Sûriyeyê duh derengî şevê ji tevahiya bajar û gundewarê Siwêdayê vekişiyan.

Medyayên îsraîlî duh êvarî ragihandibû ku, tê çavdêrkirîn ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri dê agirbestê îlan bike û hêzên xwe ji Siwêdayê vekişîne.

El Şeri berbanga îro piştî ku hêzên xwe ji Siwêdayê vekişandin, anî ziman ku şervanên xwecih û rûspiyên Durziyan berpirsên parastina ewlehiya Siwêdayê ne.

Nûçegihanê me ji Siwêdayê ragihand ku piştî hêzên hikumeta veguhêz ji bajar û gundewarê Siwêdayê vekişiyan, şervanên xwecih ên Durzî li herêmê belav bûne.

Li gorî nûçegihanê ne, hin endamên hêzên hikumeta veguhêz ku di nav de yên biyanî jî hebûn, hewl dan bi ser malên şêniyan de bigirin, lê ji aliyê şervanên xwecih ve hatin binçavkirin.

Nûçegihan diyar kir ku komkujiyên ku li bajar û gundên Siwêdayê hatine kirn, ji aliyê rêxistin û saziyên sivîl ên têkildar ve û bi çavdêriya rûspiyên Siwêdayê ve tên belgekirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li kolan, di erebe û di malan de cenazeyên qurbaniyan belav ku jin, zarok û kesên bi temen jî hene. Her wiha da zanîn ku li navenda bajar û gundewarên bakur û rojavayê Siwêdayê bi sedan mal hatin talankirin û şewitandin.

Çavkaniyan aşkera kirin ku nexweşxaneya El Wetenî ku ji xizmetê derketiyê tijî cenaze ne. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku binesaziya herêmê hatiye xirabkirin, ceyran qut e, xizmetên ragihandinê paşde ketine, bîrên avê jî ji ber qutbûna ceyranê û sotemeniyê sekinîne.

(bb)

ANHA