Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê hişyarî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê yên li ser Şengalê hişyarî da û bang li hemû Êzidiyan kir ku nekevin xefika fitneyê.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî lîstikên PDK'ê hişyarî da
5 tebax 2024   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser lîstokên dijî jiyana hevbeş a gelên herêmê, bi taybet jî hewldanên hinek aliyên ku kesên cuda weke nûnerên Êzidiyan didin nîşandan û got; “Em weke Rêveberiya Xweser timî xwedî vê fikrê bihevre jiyankirinê bûne û em ê her wisa jî berdewam bin. 

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“PDK zemînê vê êrişê pêşiyê de amade kiribû, timî bi navê Êzidiyan xwest nîfaq û fitneyê bixe nava misilman û Êzidiyan de. Di encama van fitneyên PDK’ê û alîgirên wê de em weke civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bûn. Armanca sereke ya DAIŞ’ê jî ji holê rakirina feraseta bihevre jiyankirina gelan bû. Lê me van lîstikan di dema fermanê de ji saya Rêber Apo ferq kir û xwest bi projeya netewa demokratîk a pêkvejiyana hemû gelan esas digire, bersiv bidin. Bi vî awayî li dijî ya ew dixwazin li herêmê pêkbînin û gelên li herêmê bikin dijminê hev, me dostanî û biratiya gelan esas girt. Rêveberiya Xweser bi pêşengiya civaka Êzidî jî be, hemû pêkhateyên din jî girt nava xwe û xwest li Şengalê modela jiyaneke nû bersiva dijminên gelan bide.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê nûnertiya hemû gelên li herêmê dikin û himbêza me ji hemû gel û baweriyên li Şengalê û heta li Mûsilê dijîn re vekiriye. Em dixwazin ev nimûneya ku me li Şengalê ava kiriye, berbelavê hemû Iraqê jî bibe. Em dixwazin ev çeka ku desthilatdar dixwazin bawerî û gelan pê qir bikin, tune bikin û hemû bawerî bi rengê xwe û azadan e bijîn.

Em weke Rêveberiya Xweser timî xwedî vê fikrê bihevre jiyankirinê bûne û em ê her wisa jî berdewam bin. Tenê bi hev re jiyankirina gelan dikare me ji hemû cûre êrişan biparêze û di nava aramiyê de bigire. Lê di salvegera 10’emîn a fermanê de tê dîtin ku hinek derdikevin xwe weke nûnerên Êzidiyan didin nîşan û careke din dixwazin nîfaqê bixin navbera gelan de. Eşkere ye ku ev hewldaneke guhertina rojevê ye û ne tesadûf e. Di salvegera fermanê de gelê me û heta pêkhateyên Şengalê daxwaza darizandina berpirsên fermanê, yên hevkariyê bi DAIŞ’ê re kirine û bi taybet jî darizandina berpirsên PDK’ê kirin. Daxwaza sereke hesapxwestina ji berpirsên fermanê bû. Hîn ev rojev dewam dike, hinek kesên ser bi PDK’ê derdikevin dixwazin rojeva darizandina PDK’ê biguherin.

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bêrêzî li beramber ti ol û baweriyekê qebûl nakin, ev ne berovajiyê fikir û felsefeya me ye. Di baweriya me ya Êzdayetiyê de jî xweşbîniya li ol û baweriyên din sereke ye, ji derveyî yên zirer dan me û destê wan di xwîna gelê me de heye, ti pirsgirêkek me li gel ti gelî anjî baweriyeke li herêmê nîne. Yên bê rêzî bi gelê misilman, sembol û nirxên wan dikin û bikin, temsîla civaka Êzidî û Şengalê nakin. Şengal bi pêkhateyên xwe xweşik e û wê bi pêkvejiyanê xweşiktir bibe.

Divê civaka me û her ferdeke baweriya xwe bi pêkvejiyanê heye û di bin sêwana Rêveberiya Xweser de neyên lîstokên PDK’ê û hêzên weke wan, ji bo dostaniya gelan û pêkvejiyanê bixebitin. Bi yên dixwazin fitneyê derbixin re jî têbikoşin, nehêlin bikevin bin bandora şerê taybet. Ev erka her Êzidiyek û pêkhateyeke Rêveberiya Xweser e."