Rêveberiya Xweser a Minbicê: Em dikarin êrişên dewleta Tirk bişikînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê diyar kir "Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî em dikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker bişikînin."

Rêveberiya Xweser a Minbicê: Em dikarin êrişên dewleta Tirk bişikînin
7 kanûn, 2024   16:48
MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêveberiya Xweser, nûnerên partiyên siyasî, meclisên olî û meclisên sivîl û rûspiyên eşîran, li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aliyê rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Rojhilat a Minbicê Husam El Şewax ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di demekê de ku em ji bo ewlehiya gelê xwe kar dikin, herêm ji ber rûdan û geşedanên li qada cîhanê, herêma Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê ber bi çarenûseke nezelal ve diçe.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê, bêçarebûna hêzên hikumeta Şamê ya li hemberî van êrişan hat kirin û hate gotin: "Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê ji gelê me yê li Minbicê û tevahî niştecihên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhate û beşên wê re dibêjin, em ne şerxwaz in, lê em aştî û avakirinê dixwazin. Armanc ji van rewşan re ku welatê me tê re derbas dibe, jiholêrakirina meşa avakirin, pêşketin û rizgarkirinê ye, di heman demê de ji bo xirabkirina têkiliyên xwişk û biratiyê yên di navbera me de ye.

Em amade ne li hemberî êrişan bisekinin. Bi qehremaniya hêzên xwe yên leşkerî yên ku ji bo parastina gel û xaka me bûne mertal, bi hevgirtina gelê me û piştevaniya wî ya bi hêzên xwe yên leşkerî re ya di çarçoveya xeta şer ê şoreşgerî, bi guhnedana li şerê taybet, em dikarin bersiva êrişan bidin.”

Di daxuyaniyê de bang li dewletên aktîf ên li herêmê û desteyên mafên mirovan hat kirin û hate gotin: "Bi me re bisekinin, êrişan şermezar bikin, sivîl, zarok, pîr û jin, milkên gel biparêzin. Di meşa avakirin û belavkirina azadî û demokasiyê de piştgiriyê bidin me."

(bb)

ANHA