Rêveberiya Siwêdayê êrişên li Helebê şermezar kirin û banga hesbpirsînê kir

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û daxwaza hesabirsînê kir.

Rêveberiya Siwêdayê êrişên li Helebê şermezar kirin û banga hesbpirsînê kir
9 ÇILE, 2026   15:11
SIWÊDA

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de daxuyaniyek weşand.

Komîteyê êriş bi tundî hatin şermezar kirin û diyar kri ku ev êriş binpêkirineke aşkera ye qanûnên navneteweyî yên mirovî û rêgezên parastina sivîlan di demên şeran de ye.

Komîteyê  piştgiriya xwe bi mafên rewa yên şêniyan van taxan  nîşan da û girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê vegot.

Komîteyê di daxuyaniyê de banga rawestandina şer û parastina sivîlan kirin. Her wiha bang li saziyên hiqûqî û mirovî kir ku binpêkirinan belge bikin û hesab ji berpirsên van êrişan bipirsin.

(b)