Rêveberiya Kobanê: Bêyî îradeya gel rêveber tên tayînkirin

Rêveberiya Xweser a Kobanê diyar kir ku rêveberên Çelebiyê û Sirînê bêyî îradeya gel hatin tayînkirin û da zanîn ku ev tevger ne li gorî peyama 29'ê Çileyê ye û entegrasyonê asteng dike.

Rêveberiya Kobanê: Bêyî îradeya gel rêveber tên tayînkirin
2 nîsan, 2026   16:17
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê têkildarî tayînkirina şaredarê bajarokê Çelebiyê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve, xwepêşandanên gel ên li hemberî tayînkirinê û êrişa hêzên hikumeta demkî yên li ser xwepêşandêran daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê ve hate dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Li gorî peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, divê entegrasyon bihata kirin û îradeya gelê herêmê bihata naskirin. Di heman demê de divê rêveberên saziyên ji aliyê xelkê herêmê ve bihata tayînkirin û ji xelkê herêmê bi xwe bin. Li ser vê bingehê, parêzgarê Hesekê û hejmarek ji rêvebirên din ji nav xelkê parêzgehê hatin tayînkirin. Lê belê, ev pêvajo li herêma Kobanê nehat cîbicîkirin û rêveberên saziyên herêmî ji derve têne tayînkirin. Heta niha, rêveberek ji bo herêmê û rêvebirên herêmên Sirîn û Çelebiyê bêyî ku van biryaran bi xelkê Kobanê re nîqaş bikin hatine tayînkirin.

Ev gavên ku ji aliyê rêveberiya Parêzgeha Helebê ve hatine avêtin, ne li gorî naveroka peymana 29'ê Çile ne. Rêveberiya parêzgeriyê pabendî bendên peymana entegrasyonê ya ku ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi Hêzên Sûriyeyê Demokratîk re hatiye çêkirin nabe. Ev kiryarên ku ji aliyê rêveberiya parêzgereyê ve hatine avêtin, pêkanîna entegrasyonê asteng dikin.

Piştî ku rêveberiya parêzgeriya Helebê rêveber ji bo saziyên navçeya Çelebiyê tayîn kirin, xelkê Kobanê û navçeya Çelebiyê li navçeyê kom bûn da ku helwesta xwe li ser van gavan diyar bikin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî yên girêdayî hikumeta demkî bi awayekî tund destwerdan kirin û nehiştin ku xelk daxuyaniyê bide. Ji vê zêdetir êrişî xelkê kirin û hewildan ku hinekan ji wan bigirin.

Em, wekî rêveberî û gelê Kobanê, van kiryaran şermezar dikin. Em bang li hikumeta veguhêz dikin ku pabendî xalên peymana 29'ê Çileyê bibe û pêvajoya entegrasyonê li gorî wê bicîh bîne. Em teqez dikin ku em ê ji bilî vê tiştekî din qebûl nekin.”

(sş/bb)

ANHA