Rêveberiya kantona Efrîn-Şehbayê pêşwazîkirina çeteyan a li Hewlêrê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê pêşwazîkirina çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li Hewlerê şermezar kir û li dijî xeta xiyanetê banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

Rêveberiya kantona Efrîn-Şehbayê pêşwazîkirina çeteyan a li Hewlêrê şermezar kir
31 cotmeh, 2024   13:09
ŞEHBA

Beriya 2 rojan endamên ENKSˈê li Hewlêrê pêşwaziya serokê "Desteya Dan û Standinan” û nûnerê çeteyên Sultan Murad Ehmed Osman kiribûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê îro bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî pêşwazîkirina çeteyan a li Hewlêrê da.

Daxuyanî bi beşdariya endamên desteyên Rêveberiya Xweser û partiyê siyasî li ber navenda meclisa kantonê ya li Kampa Serdem a li bajarokê Ehdasê hat dayîn.

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê Rizgar Lolo û Nacî Selame daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, 30 navendên xizmetan wêran kirin û bi dehan kes şehîd û birîndar kirin, ENKS û rayedarên desthilata Başûrê Kurdistanê pêşwaziya nûnerên çeteyan Sultan Murad Bedir Camûs û Ehmed Osman dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aşkera ye malbata Barzanî çeteyên qatilên Kurdan pêşwazî dike.

Di daxuyaniyê de, li dijî xeta xiyanetê jî banga hevgirtinê li gelê Kurd hat kirin.

 (bb)

ANHA