Reuters: Wê Şam Sefwet Reslan wek berpirsê Banka Sûriyeyê tayîn bike 

Reutersˊê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyên ji beşa bankê ya Sûriyeyê aşkera kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze banker Sefwet Reslan wek berpirsê Banka Navendî ya Sûriyeyê li şûna Ebdulqadir El Hesriyê tayîn bike. 

Reuters: Wê Şam Sefwet Reslan wek berpirsê Banka Sûriyeyê tayîn bike 
15 gulan, 2026   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Reutersˊê ku agahiyên xwe dispêre 2 çavkaniyan di beşaa bankayê ya Sûriyeyê de ye, hikumeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze bankerê Sûriyeyî-Almanî Sefwet Reslan wek berpirsê Banka Navendî ya Sûriyeyê li şûna Ebdulqadir El Hesriyê tayîn bike. 

Çavkaniyan ji Reutersˊê re got ku tayînkirina Reslan wekî beşek ji jinûve sazkirina saziyên aborî û darayî yên welêt tê. 

Reslan ku niha wekî Gerînendeyê Giştî yê "Sendoqa Pêşkeftina Sûriyeyê" kar dike di salên şer de ji Sûriyeyê çû Almanya li wir penaberî û dûv re hemwelatîbûna Almanyayê wergirt. Piştî hilweşîna rejîma Esed vegerî Sûriyeyê postên aborî wergirtin. 

Serok hikumeta demkî Ehmed El Şeri di Nîsana 2015ˊan de Ebdulqadir El Hesriyê wekî serokê Banka Navendî tayîn kir û di dema wî de yekem veguhestina bankî ya navneteweyî bi rêya sîstema SWIFT ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve pêk hat. 

(fr)